Şewata li 26 gundên Til Hemîs û Dirbêsiyê hate vemirandin

Şewata li 16 gundên navçeya Til Hemîsê û 10 gundên navçeya Dirbêsiyê hatin vemirandin.

11 hezîran, 2019   18:19
QAMIŞLO

Îro li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo û navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê şewat derket û bi hezar donim zeviyên ceh û genim da ber xwe.

Li navçeya Til Hemîsê şewat li gundên Til Îzam ê 15 kom dikeve rojavayê navçeyê derket û li aliyê bakurêrojhilatê navçeyê berfireh bû. Şewat zeviyên gundên Til Îzam, Idrîsî, Fexariyê, Xiwêtla Doşo, Barda, Til Lehem, Ferhaniya, Sikeriyê, Reşîdiyê, El-Ezo, Hilwa Benî Sebai, Hilwaya Mezin, Hilwaya Biçûk, Xerab El-Mehar û Fercûa da ber xwe û qasî 30 km zevî kir xwelî. Şewat piştî xebateke mezin a şêniyan, tîmên vemirandina agir, şervaên YPG û YPG ku 5 setan dewam kir hate vemirandin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi hemû beşên xwe, tîmên vemirandina agir, Heyva Sor a Kurd bi hevkairya şêniyian ji bo rewşên awart li cihê bûyerê bûn.

Piştî vemirandina şewata li gundên Til Hemîsê tîmên agirvemirandinê berî dan navçeya Til Birakê da ku şewata zeviyên gundên Gir Misîn Cirnê, Delala, Behiya, Til Şemis, Girê Zîl, Etşana û Til Cihaş vemrînin ku hîna didome.

HESEKÊ

Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, saet di 14:30‘an de şewat li gundê Hemîdiyê yê başûrê navçeyê derket, ji ber ba şewat gihişt gundên derdorê yê Çolbistan, Şûr, Ferhiya Behlo, Sinceq, Hibo, Sefer û Sifêra û Bişêriyê.

Şewat li gundê Meşqûq bi keda tîmên vemirandina agir, komîteyên awarte yên kanotna Hesekê, Hêzên Asayîşê û şervanên YPG û YPJ‘ê hat vemirandin.

ANHA