Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê hat avakirin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civînekê Rêveberiya Giştî ya Sotemaniyê ava kir.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê hat avakirin
Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê hat avakirin
Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê hat avakirin
Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê hat avakirin
10 hezîran, 2019   14:38
EYN ÎSA

Di civîna ku li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê hatibû lidarxistin de hevserokatiya Meclisa Rêveber Ebd Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid û cîgirên wan, Hevseroka Desteya Malî Selwa El-Seyid û nûnerên hemû komîteyên sotemaniyê yên herhefet rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bûn.

Civîn bi nirxandina raporên hemû rêveberiyan destpê kir û ji bo çareserkirina astengiyan pêşniyar hatin pêşkêşkirin.

Piştre, Meclisa Rêveber, Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê li ser asta herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir. Komîteyên sotemeniyê yên herhefet rêveberiyên xweser û sivîl girêdayî Rêveberiya Giştî ya Sotemaniyê ne.

Di dawiya civînê de, rojeke ji bo civîna mehan a bi Meclisa Rêveber re hate diyarkirin.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ji "Buroya Çandinî, Pîşesazî, Xizmetguzarî û Veguhestin, Çavdêrî, Malî, Gaza malan û Buroya Dîwan " pêk tê".

ANHA