Şaredariya Gel li Dêrikê dest bi ziftkirina rêyan kir

Şaredariya Gel a Dêrikê dest bi plansaziya xwe ya salane ya sala 2019`an kir, plansazî ji ziftkirina rêyên ku rastî xirab bûne, pêk tê.

Şaredariya Gel li Dêrikê dest bi ziftkirina rêyan kir
Şaredariya Gel li Dêrikê dest bi ziftkirina rêyan kir
Şaredariya Gel li Dêrikê dest bi ziftkirina rêyan kir
Şaredariya Gel li Dêrikê dest bi ziftkirina rêyan kir
10 hezîran, 2019   11:08
QAMIŞLO

Komîteyên Şaredariya Gel a Dêrikê vê sibehê dest bi projeyên xwe yên zîftkirina rêyên di nava bajêr de kir.

Xebata zîftkirinê îro bi zîftkirina kolanên taxa Rojava dest pê kir.

Têkildarî mijarê serokê Saziya Fenî ya Şaredariya Dêrikê Hesen Mihemd got proje ji sererastkirina rêyên taxê bi dirêjahiya 100 metre û firehiya 7 metreyan pêk tê. Li ser vî esasî 800 m3 madeya îsfeltê hate terxankirin.

Mihemd tekez kir ku xebata sererastkirinê dê heta sererastkirin û ziftkirina  hemû rêyên sereke û nesereke yên li Dêrikê û gundewarên wê ziyan lê bûye, bidome.

Tê zanîn ku gelek rê û kolanên bajarê Dêrikê û gundewarên wê, ji ber lehiya ku îsal li herêmê rû da, xirab bûn.

(eh/kc)

ANHA