Hêzên Yemenê serweriya xwe li girîngtirîn herêma parêzgeha Taizê ragihand

Hêzên Yemenê ku piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî werdigirin, îro serweriya  xwe li herêmên herî girîng ên midûriyeta Mawiya yên ku dikevin rojhilatê parêzgeha Taizê ya başûrê rojavayê Yemenê ragihand.

Hêzên Yemenê serweriya xwe li girîngtirîn herêma parêzgeha Taizê ragihand
10 hezîran, 2019   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala El-Erebiye li ser zimanê çavkaniyên leşkerî yên hêzên Yemenê ku piştgiriya xwe ji Kaolîsyona Erebî werdigirin, wiha ragihand: "Hêzên Yesayî herêma El-Selîb ku li Azla Bahir a midûriyeta Mawiya ya rojhilatê parêzgeha Taizê, rizgar kir."

Navenda çapemeniyê  ya artêşa Yemenê bi bîr xist ku rizgarkirina herêma El-Selîb ji gundên destpêkê yên herêma Bahir a girêdayî midûriyeta Mawiya ya girêdayî rojhilatê Taizê ya li ser sînorê El-Ezraq a ser bi parêzgeha El-Dalîa ve ye.  

Çavkanî got: "Serweriya herêmê  hate bidestxistin û milîsên Hûsiyan hatin derxistin, di heman demê de çend dever û avahiyên leşkerî ku milîs tê de bi cih dibûn û gule li malên welatiyên li gundên derdorê direşandin,  hatin serwerkirin."

Çavkanî wiha berdewam kir: "Hêzên Yemenê hîn jî pêşdeçûna xwe li derdora midûriyeta Mawiya ku li eniyên bakurê rojavayê El-Dalîa ye, berdewam dike."

Têkildarî mijarê dezgehên çapemeniyê yên Erebistana Siûdî kuştina leşkerekî Siûdiyê, di dema şerên bi Hûsiyan re, li ser sînorê başûrê Siûdiyê bi Yemenê re li herêma Cazan ragihand.

Dezgehên çapemeniyê bi bîr xist ku cîgirê emîrê herêma Cazan Emîr Mihemd Bin Ebdulezîz sersaxiya qralê Erebistana Siûdiyê Silêman bîn Ebdullezîz û mîrnişînê wî, ji malbata leşker Ehmed bîn Ebdo Yîhya yê ku "Di dema parastina welêt li aliyê başûrê herêma Cazan hate kuştin" re vegot. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên dawîn de şerekî dijwar di navbera Yemen û Hûsiyan de rû dane û şerê herî dijwar li parêzgeha Sadayê bû ku cihê koma Ensarellah El-Hûsî ye.

(eh/kc)