Ji Desteya Şaredariyan hişyarî: Şerbetên hişbir nefiroşin zarokan

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan biryara qedexekirina firotina şerbetên hişbir, cigare û nargîlê ji zarokan re derxist.

 Ji Desteya Şaredariyan hişyarî: Şerbetên hişbir nefiroşin zarokan
10 hezîran, 2019   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demên dawîn de li avahiyên giştî û baxçeyên girêdayî herêma Cizîrê, ji aliyê zarokan ve diyardeya vexwarina şerbetên hişbir û nargîlê zêde bûye. Şêniyên herêmê ev diyarde rexne kir û bang li aliyên peywendîdar kir ku çareyekê ji vê yekê re bibînin.

Têkildarî mijarê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyên a Herêma Cizîrê yekser biryara bi hejmara 2`yan derxist ku tê de qedexekirina firotina dikandaran û avahiyên geştiyarî, ji şerbetên hişbir, cigare û nargîlê ji zarokan re hate diyarkirin. Di heman demê de kesên li gorî biryarê tev negerin, dê yekser baceke bi nirxê 100 hezarî lê were birîn û rûxseta kar jê were standin.

(eh/kc)

ANHA