Çalakgerên Sûdanê dest bi îsyana sivîl kir

Çalakgerên Sûdanê ji îro ve îsyana sivîlî ragihand û hate diyarkirin ku îsyan bi şertê ragihandina daxuyaniya radestkirina desthilatê dê were bidawîkirin.

Çalakgerên Sûdanê dest bi îsyana sivîl kir
9 hezîran, 2019   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakgerên Sûdanê ji roja yekşemê (îro) ve dest bi îsyana sivîl a bi armanca fişara li ser Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê dikin. SkyNewsê ragihand ku îsyan piştî bûyerên jihevxistina xwepêşandana li ber navenda fermandariya artêşa Sûdanê ya li Xertûmê ya di roja duşema borî de hatiye.

Piştî bûyeran Kombûna Pîşesazên Sûdanê li ser Twitterê got: "Em îsyana sivîl radigihînin, ji ber vê yekê em bang li tevahiya şoreşgerên li navçe, welat, bajarên Sûdanê, gundewarên wê û kesên dijber dikin ku dakevin qadan û hemû kolanan bigirin."

Tê zanîn ku di dema jihevxistina çalakiyê de, bijîşkên nêzî tevgera çalakgeran got zêdetirî 100 kesî hatine kuştin û 500 kes jî birîndar bûn. Lê hikumetê ev hejmar red kir û tenê kuştina 61 kesî ragihand.

Di vê çarçoveyê de daxwazname piştî rojekê ji hevdîtina serokwezîrê  Etiyopyayê Ebû Ehmed bi fermandarê Meclisa Leşkerî ya Demkî re û bi fermandarê Tevgera Çalakgeran hatiye. Hevdîtin bi armanca zindîkirina dan û standinên ku piştî jihevxistina çalakiyê li Xertûmê hatine rawestandin, pêk hat.

Têkildarî mijarê çavkaniyên Tevgera Gel a Rizgarkirina Sûdanê û Partiya Kongreyê ya Sûdanê ji CNN’ê re got hêzên ewlehiyê yên Sûdanê di saetên derengiya şeva roja şemiyê de hejmarek ji berpirsên çalakiyan girtine, paşê desthilatê jî sekreterê giştî yê Tevgera Gel a Rizgarkirina Sûdanê Îsmaîl Celab û berdevkê tevgerê Mubarek El-Arîd girtin.

Çavkaniyeke din jî ragihand ku desthilatê berpirsê Deklarasyona Guhertin û Azadiyê Mihemed Îsmet girtiye. Mihemd Îsmet di nava fermandaran de bû ku bi serokwezîrê Etiyopyayê Ebû Ehmed re roja înê civiyabûn û amadekariya hebûna xwe di nava Deklarasyona Veguhartin û Azadiyê û Meclisa Leşkerî ya Demkî de anî ziman.

Deklarasyona  Guhertin û Azadiyê beşdariya serokwezîrê Etiyopyayê di dan û standinên bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re bi şertê ku meclis berpirsyariya jihevxistina çalakiyê bigire ser xwe û komîteyeke navdewletî ji bo lêpirsînê ava bike, erê kir.

(eh)