Li Terablusê ketober sivîlan topbaran dikin

Navenda Ragihandinê ya Odeya Çalakiyan a Kerame ragihand ku çekdarên Terablusê bi awayekî ketober herêma Qesir Bin Xeşîr a başûrê Terablusê topbaran kir. Di encamê de kuştî û birîndar hene û her wiha zirarên madî yên mezin çêbûn.

Li Terablusê ketober sivîlan topbaran dikin
9 hezîran, 2019   06:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Odeya Çalakiyan a Kerame ya girêdayî artêşa Wetenî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku rêxistina Îxwan a terorîst yekser nûçeyên derew dan da ku bibêjin ku destê wan di sûcan de tune ye û bi vê yekê hewl didin sûcên xwe binixumînin û derewan bikin, ev hemû li ser hesabê jiyana sivîlan e.

Li Terablusê nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Lîbyayê Xesan Selam banga agirbesteke mirovî ya lezgîn û zêdekirina alîkariya ku ji koçberan re tê pêşkêşkirin, kir.

Ev yek di serdana nûnerê taybet ji navenda koçber û penaberan re li herêmên şer li Terablusê, hat. SkyNews diyar kir ku nûnerê taybet banga agirbesteke mirovî ya lezgîn û zêdekirina alîkariya ku ji koçberan re tê pêşkêşkirin, dubare kir.

(bx)