Li Tirbespiyê berhema genimê bejî baş e

Cotkarên navçeya Tirbespiyê bi 109 patozan dest bi çinîna mewsima genim kir. Îsal berhema genim li gorî salên din baş e.

Li Tirbespiyê berhema genimê bejî baş e
Li Tirbespiyê berhema genimê bejî baş e
Li Tirbespiyê berhema genimê bejî baş e
8 hezîran, 2019   12:02
QAMŞLO – RÊNAS REMO

Cotkarên herêma Cizîrê di dawiya meha Gulanê de dest bi mewsimê çandiniyê kir. Destpêkê zeviyên li başûrê herêmê hatin çinîn. Di destpêka meha Hezîranê de cotkarên herêmên rojhilat û bakurê herêmê dest bi çinînê kir. Komîteya Sotemeniyê jî sotemeniyên pêwîst, her wiha alavên taybet mîna traktor ji wan re pêşkêş kirin. Her wiha agirkuj û dicên ku destwerdanê bikin, heger tu rewşên awarte derkevin, peyda kirin.

Cotkarê bi navê Usama Kerîdî diyar kir ku berhema îsal ji salên berê baştir e. Her wiha destnîşan kir ku her hektarek ji zeviyên genim 25-35 kîs û ê ceh jî 25 – 30 torbe ye.

Kerîdî destnîşan kir ku Komîteya Sotemenî û Çandiniyê ya navçeyê hemû pêwîstî ji mazot, traktor, patoz û agirkuj ji wan re pêşkêş kirin.

Ji rêveberên Komîteya Sotemeniyê Elî Remo jî diyar kir ku komîteyê heta niha 465 hezar û 400 lître mazot daye patozan, her wiha 34 hezar û 200 lître dane traktoran. Her wiha destnîşan kir ku ew bi şaredariyê û Komîteya Çandininiyê re di nava têkiliyan de ne û tedbîrên pêwîst girtine ji bo agir bi zeviyan nekeve.

(bx)

ANHA