Guterres wekîla xwe ya karên siyasî dişîne Siûdiyê

Sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres dê hefteya bê wekîla xwe yê kar û barên siyasî Rosemary de Carlo bişîne Riyadê da ku bi serokê Yemenê Ebdilrebehû Mensûr Hadî û berpirsên hikumeta Yemenê re bicive.

Guterres wekîla xwe ya karên siyasî dişîne Siûdiyê
8 hezîran, 2019   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Erebiye Net ragihand ku sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) wekîla xwe dişîne Erebistana Siûdiyê da ku di mijara hevkariya bi nûnerê navneteweyî yê taybet li Yemenê Martin Griffiths re nîqaş bikin ku hikumeta Yemenê dixwaze nûnerê navneteweyî bi biryarên Meclisa Ewlehiyê yên girêdayî aloziya Yemenê pêk bîne, her wiha lêvegerên çareseriya siyasî li Yemenê jî di nav de.

Çavkaniyekî payebilind li Yemenê girêdana hikumeta Yemenê bi biryarên ku nûnerê navneteweyî binpêkirinên xwe dubare neke, teqez kir.

Çavkaniyan diyar kir ku ewlehiya giştî ya NY`yê û Brîtanyayê di bidawîkirina vê aloziyê di navbera hikumeta Yemen û Martin Griffiths de beriya axaftina nûnerê navneteweyî li pêşiya Meclisa Ewlehiyê, girêdayî ne.

Serokê Yemenê di dawiya Gulanê de nameya ku ji sekreterê giştî yê NY`yê re şand, tê de binpêkirinên nûnerê navneteweyî Martin Griffiths bi nav kiribû.

(jo)