13 Êzidiyên ji destê DAIŞ`ê hatibûn rizgarkirin gihiştin malbatên xwe

13 welatiyên Êzidî yên ji aliyê QSD’ê ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin li Şengalê gihiştin malbatên xwe.

13 Êzidiyên ji destê DAIŞ`ê hatibûn rizgarkirin gihiştin malbatên xwe
6 hezîran, 2019   18:31
  NAVENDA NÛÇEYAN

Mala Êzidî ya Kantona Cizîrê di saetên sibehê de 13 welatiyên Êzidî yên ku li Kampa Holê bûn ku ji aliyê QSD'ê ve hatibûn rizgarkirin radestî Komîteya Dîlan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê kiribûn.

Piştî nîvro welatî gihiştin Şengalê û li Navenda Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ya Sinûnê bi tevlîbûna bi sedan welatiyên Êzidî bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin.