Li gundên Amûdê û Hesekê, tîmên agirkujiyê 3 şewat vemerandin

Tîmên agirkujiyê yên girêdayî navçeya Amûdê û kantona Hesekê bi hevkariya şêniyan karî 3 şewatên ku bi zeviyên çandiniyê yên li gundên Amûdê û Hesekê ketine, vemirandana.

Li gundên Amûdê û Hesekê, tîmên agirkujiyê 3 şewat vemerandin
6 hezîran, 2019   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (pênşemê), 3 şewat bi zeviyên çandiniyê yên gundên girêdayî navçeya Amûdê û bajarê Hesekê ketin. Şewata yekem li gundê Renko yê rojhilatê bajarê Amûdê pê ket û di encamê de 20 donim ceh  beriya tîmên agirkujiyê agir vemirîne, şewtîn. Şewata duyem jî li zeviyên gundê Mexloce yê girêdayî bejarê Hesekê ku nêzî 100 donimî şewtandin û yê sêyem jî li zeviyên çandiniyê yên li ser rêya giştî ya di navbera Hesekê û Til Temirê de ne û 40 donim şewitandin.

Tîmên agirkujiyê yên girêdayî navçeya Amûdê û bejarê Hesekê û bi hevkariya şêniyan karî şewat beriya fireh bibe, vemiranda.

(fr)

ANHA