Rêveberiya Kantona Hesekê ji bo rê li pêşiya şewatan bigre civînek awarte li dar xist

Rêveberiya Kantona Hesekê îro civînek awarte li dar xist. Di civînê de mijara zêdebûna şewatên zeviyan nîqaş kir. Di dawiya civînê de ji bo rê li pêşiya şewatan bê girtin gelek biryar girt.

Rêveberiya Kantona Hesekê ji bo rê li pêşiya şewatan bigre civînek awarte li dar xist
5 hezîran, 2019   18:02
HESEKÊ

Hevseroka Meclisa Herêma Hesekê Civîn Remo ji ajansa me re ragihand ku Rêveberiya Kantona Hesekê di dawiya civîn xwe ya awart de rêzebiryarên girêdayî girtina tedbîrên pêwîst ji bo ku rê li pêşiya şewatan bê girtin, dane. Civîn destnîşan kir ku navaroka civînê wiha bû:

Ji ber bilindbûna rêjeya şewatên bi zanabûn ên ku di heman demê de li deverên cuda yên kantona Hesekê rû dane, rewşa awarta di dirêjahiya demsala çinînê de hate ragihandin. Ji bo wê komîteyên rewşên awarte li tevahiya meclisan hatin avakirin. Erka wan li gorî derfetên heyî ji her rewşek awarte re amade bin. Têkildarî bilindbûna ber bi çav a rêjeya şewatan di dema dawîn de, civînek berfireh li ser asta kantona Hesekê ji tevahiya meclis û saziyan re hate li darxistin û rêbazên rêgirtina li pêşiya şewatan hatin nîqaşkirin. Li ser wê ev biryar hatin girtin:

-Avakirina komîteyek rewşa awarte ji meclisa, şaredarî, aborî, parastina civakî û hêzên leşkerî û amadekirina focên agirkujiyê da ku şewat vemirînin û rê li pêşiya belavbûna wê bigirin.

-Kirêkirina sahrîcên avê ji sivîlan û guhertina hêza derxistina avê da ku bêtir di vemirandina şewatan de alîkar be.

-Li gorî pêvekên qanûna Meclisa Aborî, pêwîst e xwediyê zeviyên ku hatine çinîn derdora erdê xwe bajo da ku zeviyên ku nehatina çinîn û ên hatine çinîn ji hev cuda bin, ji bo ku şewat di nav zeviyên din de belav nebe.

-Li gorî pêvekên qanûna Meclisa Aborî divê xwediyên patozan di nav erdnîgariya eyaleta girêdayî wê de di 72 saetan de bixebite.

- Xwediyên patozan bêne agahdar kirin ku bi cidî kar bikin û kedên xwe duqat bikin da ku zeviyan di mewsima çinînê de biparêzin.


(şx)

ANHA