Artêşa Tirk carek din gundên rojavayê Kobanê dike hedef

Artêşa Tirk a dagirker gundên ku sivîl lê hene yên rojavayê bajarê Kobanê dike hedef.  Gelek fuze li bajarokê Şiyûx Jêrîn ketin beyî ku zirar çêbibe.

Artêşa Tirk carek din gundên rojavayê Kobanê dike hedef
5 hezîran, 2019   16:17
KOBANÊ

Nûçegihanê me ji bajarokê Şiyox Jêrîn li ser berava rojhilatê çemê Firatê bakurê Sûriyê, ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li gundewarê bajarê Cerablusê bi cih bûne, îro gundê El-Ewasî yê girêdayî bajarokê Şiyox Jêrîn topbaran dikin. El-Ewasî bi 2 km li başûrê bajarokê ye û bi 35 km li rojavayê bajarê Kobanê ye.

Nûçegihanê me tekez kir ku 6 fuze heta kêliya amadekirina nûçeyê li gund û derdora wê ketine. Ev êrîş ji herêmên bin serweriya dagirkeriya Tirkli nêzî bajarê Cerablusê yê dagirkirî tê. Her wiha di hefteyekê de ev cara sêyemîn e ku bajarokê Şiyox Jêrîn tê hedefgirtin.

Heta niha ti windahî çênebûn. Tenê zirarên madî bi milkên şêniyan çêbû. Ji ber bombebaranê di rojên derbasbûyî de agir bi zeviyan ketibû.

Topbaran dem demê berdewam e.

(şx)

ANHA