Rêveberiya Xweser cejna Remezanê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Remezanê li tevahî gelên Sûriyê û civaka îslamî pîroz kir û ragihand ku sibe anku roja Çarşemê yekemîn roja cejnê ye.

Rêveberiya Xweser cejna Remezanê pîroz kir
4 hezîran, 2019   08:33
EYN ÎSA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê roja yekemîn a cejna Remezanê du 2 daxuyaniyên cuda dan.

Di daxuyaniya yekemîn de wiha hat gotin: "Em cejna Remezanê li tevahî gelên Sûriyê û civaka îslamî û tevahî malbatên şehîdan pîroz dikin. Em hêvîdar in ku gelê me  li Sûriyê bi aramî, ewlehî û aştî cejna xwe pîroz bike."

Di daxuyaniya duyemîn jî de rêveberiyê ji hemû saziyên xwe re kire betlaneya fermî û got: "Hemû saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja çarşemê 5`ê Gulana 2019`an û heta roja pênşemê 6`ê Gulana 2019`an bi boneya cejna Remezanê ji bilî saziyên ku xebatên wan domdar in, dikin betlane."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li welatên îslamî îro roja sêşemê yekemîn roja cejna Remezanê ye.

(bx)