Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer dest pê kir

Bi dirûşma "Em parêzvanên xaka xwe ji bîr nakin" Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li bajarokê Rimêlanê ya girêdayî navçeya Girkê Legê bi beşdarbûna 143 delegeyan dest pê kir.

Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer dest pê kir
Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer dest pê kir
1 hezîran, 2019   08:17
QAMIŞLO

Kongre bi dirûşma "Em parêzvanên xaka xwe ji bîr nakin" bi beşdarbûna 143 delegeyên ji birîndarên şer ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha beşdarbûna gelek mêvanên ji nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên mirovî û saziyên civaka sivîl li dar dikeve.

Kongre dê 2 rojan dewam bike. Li gorî komîteya amadekar diyar kir, dê fermandarê giştî yê QSD`ê û hin mêvanên beşdar di kongreyê de biaxivin. Her wiha dê rapora salane bê xwendin û nîqaşkirin, rêziknameya hundirîn bê xwendin û erêkirin û endamên meclisê û komîteya disîplînê jî dê bên hilbijartin.

(jo)

ANHA