Bi çalakiyên hunerî Piştgirî dan Efrînê

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê çalakiyên xwe yên ji bo piştgiriya bi gelê Efrînê re ku duh destpê kiribû, bi dawî kir.

Bi çalakiyên hunerî Piştgirî dan Efrînê
Bi çalakiyên hunerî Piştgirî dan Efrînê
Bi çalakiyên hunerî Piştgirî dan Efrînê
Bi çalakiyên hunerî Piştgirî dan Efrînê
Bi çalakiyên hunerî Piştgirî dan Efrînê
30 gulan, 2019   14:59
TEQA

Çalakî li navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin. Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtin destpê kir de şanoya "Reva ji rabirdûiyê " û stranên şoreşgerî hatin pêşkêşkirin.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El-Elaya axivî û anî ziman ev pêngav beşeke biçûk e ya piştevaniya şêniyên Tebqayê bi şêniyên li herêmên dagirkirî, tabyet gelê Efrînê ye. El-Elaya lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê şermezar kir.

Çalakiya Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê ya bi armanca piştgiriya bi şêniyên Efrînê ve duh destpê kir. Di çarçoveyê de tablo û kardestiyên hunerî yên şêwekarên Tebqayê ku balê dikşîne li ser dagirkirina Efrînê de hatin nîşandan.

ANHA