Rêveberiya Xweser û nûnerên eşîran binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê û nûnerên eşîrên kantona Efrîn û Şehbayê 2 daxuyaniyên ji hev cuda ji bo şermezarkirina lêkirina dîwarê parçekirinê û binpêkirnên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê dan.

Rêveberiya Xweser û nûnerên eşîran binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
Rêveberiya Xweser û nûnerên eşîran binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
Rêveberiya Xweser û nûnerên eşîran binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kirin
30 gulan, 2019   12:32
ŞEHBA

Sedan ji endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û şêniyên herêma Efrînê li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn, da ku binpêkirinên Tirkiyê dijî şêniyên Efrînê şermezar bikin.

Di kombûnê de, daxuyanî bi zimanê erebî û kurdî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku destwerdana derve di aloziya Sûriyê de bû sedema dirêjkirina alozî û rûxandin û koçkirina neviyê şêniyên Sûriyê bû.

Di daxuyaniyê de wiha dewam kir: " Siyaseta demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandora pozîtîv di aliyê binesazî û yekbûna xaka Sûriyê û têkbirina rêxistina terorê de kir."

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê sûcên dijî mirovahiyê derheqê şêniyên Efîrnê de pêk anîn û wiha dewam kir: "Kuştin, îşkencekirin, revandin ji bo xwestina peran, dest danîn ser mal û milkên sivîlan û guhertina demografîk bi rêya bicihkirina koçberên Xûta, Humis û Dera wek pêvajoya yekemîn û qezenckirina şerê Idlibê bi qirêjî û 180000 koçberên li Idlibê bi darê zorê li şûna şêniyên resen bicih kirin, dizîna şûnwaran û şewitandina xwazê, rê li pêşiya çeteyên xwe vekirin da ku her cure qirêjiyan bikin, gihaşt asta ku zarokekî 9 salî û bavê wî birevînin ku hemû cîhanê ew dît, paşê jî bavê wî kuştin ji ber ku pere nedan."

Her wiha di kombûna  di daxuyaniya nûnerên eşîrên kantona Efrîn û Şehbayê de ev tişt hate diyarkirin: "Aloziya Sûriyê  bi niyetên Tirkiyê û girêdana wê bi rêya Osmaniyan û têgeha wê ya dagirkeriyê ji xaka Sûriyê re derbasî pêvajoyeke nû dibe û bi hemû cureyên qirêj û bi rêya desteka ji DAIŞ`ê re ev yek meşand.

Tiştê ku niha li Idlibê û gundewarên bakurê Hemayê rû dide ji şerên dibe di navbera hêzên hikumetê ji aliyekî û komên terorê ku desteka xwe ji dagirkeriya Tirkiyê digirin ji aliyekî din, mînakeke rast a dagirkeriyê ye.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê bidawî bû.

(jo)

ANHA