Qirkirina xwezayê rêbazek din a sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê ye

Di nav rêzebinpêkirinên dagirkeriya Tirk de li Efrînê, dagirkerî zêdetirî 3 hezar hektar zeviyên Şêrawayê şewitand tevî şewitandina 11 hektar ji daristanên hundirê Efrînê. Şênî van binpêkirinan bi qirkirina xwezayê bi nav kirin.

Qirkirina xwezayê rêbazek din a sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê ye
Qirkirina xwezayê rêbazek din a sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê ye
Qirkirina xwezayê rêbazek din a sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê ye
Qirkirina xwezayê rêbazek din a sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê ye
Qirkirina xwezayê rêbazek din a sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê ye
Qirkirina xwezayê rêbazek din a sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê ye
Qirkirina xwezayê rêbazek din a sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê ye
Qirkirina xwezayê rêbazek din a sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê ye
Qirkirina xwezayê rêbazek din a sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê ye
30 gulan, 2019   09:47
EFRÎN-ŞERVÎN MISTEFA

Li Efrîna dagirkirî, ne mirov, ne kevir heta xwaze jî ji binpêkirinên dagirkeriya Tirk nefilitîn. Lêkirina dîwarê parçebûnê têrê nekir, vê carê dagirkeriya Tirk daristan û zeviyên çandiniyê yên Efrînê dişewitîne.

Ji rêzebinpêkirina dagirkeriyê ji destpêka Gulanê ve, dagirkeriyê zêdetirî 11 hektar ji eslê 33 hektar ji daristan û zeviyên çandiniyê yên Efrînê di nav de darên zeytûnê û daristanî yên gund û navçeyên Efrînê şewitandin. Di 28`ê Gulanê de dagirkerî agir bi zeviyên çandiniyê û daristanên gundên Şêrawayê yên nêzî gundên dîwarê parçebûnê ne, xist.

Her wiha dagirkeriya Tirk bi zanabûn agir bi zeviyên çandiniyê û darên gundên Kurzêlê, Dêr Mişmişê, Basilê, herêma di navbera Kîmar û Kukebê, daristana gundê Soxinekê ya ku dikeve rojhilatê gund xist heta ku agir gihaşt derdora gundên Bênê û Aqîbe. Gundên ku hatine bîrxistin bi 2 heya 3 km ji hev dûr in yanî bi rûbera zêdetirî 3 hezar hektar.

Nûçegihanên ajansa me piştî meşa 1 km karîn bighêjin derdora daristana Soxinekê ya li hemberî gundên Dêr Mişmişê û Kîmarê yên dagirkirî. Wê demê agir nû gihaştibûn darên daristanê û bi dehan dar şewitî bûn.

Hindek şênî xwe gihandin cihê ku şewat destpê kirî û hewl dan bi tevahiya rêbazan bi axê, û turbe agir vemirînin ji ber ku herêmê asê ye û sahrîcên avê nikarin bighêjin wan deran. Her wiha ji ber ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê her kesê ku hewl dide şewatê vemirîne dikin hedef.

Dema şênî hewl didan agirê vemirînin, çeteyên dagirkeriya Tirk bi guleyên doşka şênî kirin hedef, da ku berbelav bikin û agirê venemirînin. Tevî wê jî şênî hewldanên xwe berdewam kirin da ku daristan neşewite.

Şêniyên bi navên Cemîl Hesen û Fewzî Meimo ji şêniyên gundê Soxinekê ne û hewl didan agirê vemirînin. Her duyan bi rêya ajansa me hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şermezar kirin û şewitandina daristan û zeviyên Efrînê bi qirkirina xwezayê bi nav kirin. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku bikevin tevgerê û sûcên dagirkeriya Tirk li Efrînê rawestînin.

(şx)
ANHA