Biryarên Komîteya Hundirîn a Tebqayê der barê Cejna Remezanê de

Ji bo ewlehî û aramiya hundirîn a bajarê Tebqayê û garantiya derbaskirina rojên cejnê bêyî tu rûdayînên pirsgirêkan, Komîteya Hundirîn a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê giştînameyek taybet der barê rojên Cejna Remezanê de, weşand.

Biryarên Komîteya Hundirîn a Tebqayê der barê Cejna Remezanê de
30 gulan, 2019   09:23
TEBQA

Bi rasthatina boneya Cejna Remezanê û parastina ewlehiya bajêr û sivîlan, Komîteya Hundirîn a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hin tedbîr û bergiriyên ewlehiyê yên parastina bajêr û şêniyên, weşand:

1-Qedexe ye ku motorsiklêt têkevin nava bajêr û li nav bigerin.

2- Qedexe ye ku lîstokên agirî(avêtina guleyên lîstokî) bi hemû cureyan, bêna avêtin.

3- Zêdekirina dewriyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hundirê bajêr  da ku amadekiriya rewşên awarte û bûyerên ji nişkan ve, bên kirin.

4- Hişyar û haydarkirina vekolînkirina erebe û alavan bi hemû cureyan ên ku dikevin hundirê bajêr.

5-Divê hemû li gor van biryaran tev bigerin û pêk bînin û di bin berpirsiyariya qanûnî de ye.

6-Ev giştîname ji dema derketinê ve di miryetê de ye.

Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, duh giştînameya ku Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê bi biryara hejmara (16) a dadger li ser erê kiriye, weşand ku qedexe ye motorsiklêt têkevin hundirê navenda bajarê Tebqayê ji dîroka weşandinê de heta demeke din.

(fr)

ANHA