Malbatên şehîdan ên Kobanê banga bilindkirina asta çalakiyan kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê bang li civaka Kurdistanê kir ku asta çalakiyên xwe li dijî kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bilind bikin.

Malbatên şehîdan ên Kobanê banga bilindkirina asta çalakiyan kir
30 gulan, 2019   07:59
KOBANÊ

Li Efrîna dagirkirî dewleta Tirk û çeteyên wê kiryarên dermirovî û bêexlaqî ji revandin, kuştin û talankirina mal û milkan û siyasetên guhertina demografîk pêk tîne.

Di demên dawîn de, çeteyên Tirkiyê binpêkirinên xwe der heqê sivîlên Efrînê de zêde kirine. Çete sivîlan direvînin û li şûna wan peran dixwazin an jî bi awayekî hovane wan dikujin.

Der barê mijarê de endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Arif Balî der barê geşedanên dawîn ên li Efrînê û tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina van binpêkirinan de axivî. Balî teqez kir ku civaka navneteweyî berpirsyariya van binpêkirinan radike û destnîşan kir ku bêdengiya li hember sûcan, hevkariya sûc e.

Balî wiha got: "Divê hemû gelê Kurd parastina şêniyên Efrînê ji erka xwe bibîne û serhildanan li dar bixe û bi hev re li hember van binpêkirinan bisekine."

Arif Balî teqez kir ku divê gelê Kurd li Kurdistanê û cîhanê dakeve kolanan û asta berteka xwe nîşan bide.

Di dawiyê de Balî bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe û van binpêkirinên Tirkiyê bi dawî bikin, her wiha bang li gelê Kurdistanê kir ku di zûtirîn demê de tev bigere û asta têkoşînê bilind bikin.

(jo)

ANHA