‘Meclisa Leşkerî desteka herêmî digire û dibe ku hilbijartin di demeke nêz de çêbibin’

Lêkolînerê Sûdanî yê Diplomasiyê Aştî û Pêşveçûnê Seîd Hecaz teqez kir ku dirêjahiya dema diyalog û danûstandinan di navbera aliyên Sûdanê de, hişt ku Meclisa Leşkerî li hemberî fişaran xwe xurt bike, her wiha eşkere kir ku hevpeymaneke di navbera dewletên Asya de ji bo destekdayîna meclisê heye û texmîn kir ku dê xebat ber bi hilbijartinên nêz ve biçin.

‘Meclisa Leşkerî desteka herêmî digire û dibe ku hilbijartin di demeke nêz de çêbibin’
30 gulan, 2019   07:34
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYE EL-HEBÎB

Di navbera Deklerasyona Azadî û Guhertinê ku nûnertiya xwepêşandanan dike û efserên artêşê ku piştî çûyîna Omer El-Beşîr welat birêve dibin, nakokî derketin.

Der barê van nakokiyan, Dekleresyona Azadî û Guhertinê banga greva giştî ji bo 2 rojan kirin, lê ev bang jihevketinek di navbera refên wan de çêkir, partiyan û di nav Hêzên Îslamiyê banga grevê redkirin.

Ji ber vê yekê xebata li welêt ber bi nakokiyê ve diçe, ji bo nirxandina van bûyeran Dr û lêkolînerê yê Diplomasiya Aştî û Pêşveçûnê Seîd Hecaz Elî Ekaş ji ANHA`yê re wiha got: "Li ser astên herêmî, dema dirêjiya diyalogê û danûstandinan bi Dekleresyona Guhertinê re hişt ku Meclisa Leşkerî li hemberî fişaran xwe xurt bike.”

Ekaş destnîşan kir ku xwepêşandan nûnertiya piraniya gelê Sûdanê nake, ev yek jî dihêle Dekleresyona Guhertinê rewatiya xwe di rêvebirina serdestiya welêt de winda bike.

Fermandarên Meclisa Leşkerî di hefteya çûyî de li gelek dewletên Erebî Îmarat, Sûadiyê û Misirê geriyan da ku li destekê bigerin, der barê wê de Lêkolînerê Sûdanî wiha got: "Hevpeymanek di navbera dewletên cîran û taybet dewletên Asya heye ku meclisa Leşkerî di van deman de garantorê berjewendiyên hevpar di navbera van dewletan e û taybet girêdayî leşkerên Sûdanê yên li dewletên Kendavê."

Ekaş wiha got: "Di rewşa heyî de, dibe ku nerazîbûneke navnetewî veşartî hebe, ku serdestiyê radestî Dekleresyona Guhertinê were kirin.”

Ekaş got: "Ez texmîn dikim ku divê rewş ber bi hilbijartinên nêz de biçe.”

Berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê Ferîq El-Rukin Şemis El-Dîn Kebaşî teqez kir ku danûstandinên bi Dekleresyona Azadî û Guhertinê de qut nebûye.

(jo)