Çarenûsa nêzî 3 hezar êzidiyan hê jî ne diyar e

Heta niha çarenûsa 2 hezar û 966 êzidiyên ku praniya wan jin û zarok in, ne diyar e. 2 hezar û 651 zarok ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ`ê sêwî man. Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê 491 kes bi awayekî fermî radestî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê kirin

Çarenûsa nêzî 3 hezar êzidiyan hê jî ne diyar e
30 gulan, 2019   05:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hejmara şêniyên Şengalê beriya êrîşên çeteyên DAIŞ`ê nêzî 420 hezar kes bû. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê 3`yê Tebaxa 2014`an êrîşî navçeya Şengalê kir û pêşmergeyên PDK’ê parastina wan nekir , bi hezaran şêniyên Şengalê hatin kuştin. Zêdetirî 6 hezar kes hatin revandin û jiyana zêdetirî 350 hezar kesî jî bi xetereyê re rû bi rû ma.

Piştî êrîşên DAIŞ`ê 360 hezar êzidî koçber bûn

Li gorî serjimara ku ajansa me ji çavkaniyên peywendîdar girt, zêdetirî 360 hezar êzidî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ`ê ji Şengalê ber bi herêmên Rojava ve bi rêya korîdorên ku ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve hatin vekirin, koçber bûne. Rêveberiya Xweser a Demokratîk kampên taybet mîna Kampa Newroz li herêma Dêrikê ya herêma Cizîrê vekir û nêzî 125 hezar koçber pêşwazî kirin. Her wiha bi hezaran koçberan berê xwe da gund, bajarok, navçe û bajarên herêmên din mîna navçeya Tirbespiyê, Amûdê, Serêkaniyê û Hesekê.

Li Şengalê 80 gorên komî

Di rojên destpêkê yên êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê de hezar û 293 kes hatin kuştin û bi awayekî hovane di gorên komî de hatin veşartin. Ew gor ji aliyê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Hêzên Parastina Gel (HPG) ve di pêngava rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê de hat dîtin. Li gorî rêveberiya Şengalê heta niha 80 gorên komî li herêmên Şengalê hatine dîtin. 6 hezar û 417 kes hatin revandin, ji wan 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr in.

2 hezar û 561 zarok sêwî man

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser Şengalê 2 hezar û 561 zarok sêwî man. Hezar û 759 zarok ji bê bav, 407 zarok ji bê dayik û 395 zarok jî bê dê û bav man.

Di pêngavên YPJ/YPG û QSD`ê de bi sedan êzidî hatin rizgarkirin. Li gorî aliyên peywendîdar ku 3 hezar û 451 jin û mêrên êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin. Ji wan hezar û 178 jin, 337 mêr, hezar û 10 zarokên keç, 926 zarokên kurîn hatin rizgarkirin. Her wiha çarenûsa 2 hezar û 966 kesî heta niha ne diyar e.

Li gorî daneyên Mala Êzodiyan, 491 êzidî ku piraniya xwe jin û zarok bûn, radestî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê hatine kirin. Di dema niha de jî 3 jin û 3 zarok hene û heta niha jî radestî rêveberiya Şengalê nehatine kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku YPG, YPJ û QSD`ê gelek êzidiyên ku rizgar kirin, radestî Meclisa Rêveberiya Şengalê kirin, lê di sicîlên Mala Êzîdiyan de nehatine nivîsandin, ji ber ku çawa dihatin rizgarkirin, yekser dihatin radestkirin.

(bx)

ANHA