HPG`ê li Amedê çalakiyeke sekvanî lidar xist

Gerîlayan li navçeya Lice ya Amedê çalakiyekî sekvanî lidar xist. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

HPG`ê li Amedê çalakiyeke sekvanî lidar xist
27 gulan, 2019   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku  26’ê Gulanê saet 09:00’an hêzên gerîla li dijî leşkerên li qereqola Opek a naveçya Lice ya Amedê çalakiyek sekvanî kirine. Divê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî jî got; “Roja 26’ê Gulanê saet 22:30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Werxelê ya herêma Avasin û herêma Silokê û Ermûş yên herêma Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di van bombeberan de tu windahiyek yên hêzên me çênebûne.”