Lavrov: Zêdekirina hêza leşkerî li Rojhilata Navîn dê metirsiyên nû derxe

Sergey Lavrov têkildarî niyeta serokê Amerîkayê Donald Trump a der barê şandina hezar û 500 leşkerên din ji bo Rojhilata Navîn de got "Zêdekirina hêza leşkerî li Rojhilata Navîn dê metirsiyên nû derxe.”

Lavrov: Zêdekirina hêza leşkerî li Rojhilata Navîn dê metirsiyên nû derxe
27 gulan, 2019   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov  îro di civîneke çapemeniyê de li Moskovê got: "Biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a şandina hezar û 500 leşkerên din bo herêma Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê, wekî ku em hemû dizanin hêza leşkerî zêde dike û ev yek jî metirsiyê zêdetir dike."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 24`ê meha Gulanê de ragihandibû ku ji ber bilindbûna asta nerehetiyê bi Îranê re, dê hezar û 500 leşkeran ji Rojhilata Navîn re di çarçoveya tedbîrên parastinê de bişîne.

(eh)