Sedemên kêmbûna çandina pembo li Eyn Îsayê

Rêjeya çandina pembo li gundewarên navçeya Eyn Îsa li gorî salên borî bi sedema kêmasiya derfetên cotkaran û rewşa hewa ku çandinî bi paş de xistiye, nêzî ji ji sedî 60 kêm bûye. Her wiha komîteyên taybet soz da ku gavên lêkolînê ya piştgiriya cotkaran bi madeya mazotê pêk bînin.

Sedemên kêmbûna çandina pembo li Eyn Îsayê
Sedemên kêmbûna çandina pembo li Eyn Îsayê
Sedemên kêmbûna çandina pembo li Eyn Îsayê
Sedemên kêmbûna çandina pembo li Eyn Îsayê
Sedemên kêmbûna çandina pembo li Eyn Îsayê
25 gulan, 2019   07:15
EYN ÎSA- EHMED KEMYAN - TIRKÎ KALIT

Mewsima pembo ji berhemên girîng e ku hejmareke cotkaran debara xwe pê dikin. Li rexê jî derfetên xebatê ji şêniyên gundewaran re peyda dike.

Çandiniya wê jî bi awayekî berfireh li herêmên rojhilatê gundewarên navçeya Eyn Îsayê; Hêşe û El-Elî Bacliyê tê kirin ji ber herêmên ku axa wê zengîn e û ji ber nêzî çemê Belîxê ye. Avdana pembo jî ji kanalîzasoyên El-Raha û rêjeyek hindik jî ji gundewarên navçeyê bi bîran tê kirin.

Piştî bikaranîna turimpeya Refi Til El-Simin a ku 13 hezar hektar li bajarokê Hêşe av dide, bû alîkariya sivikkirina bar li cotkarên navçeyê ji budçekirina mazot û kirîna jeneratorên avkêşanê.

Lê dabînkirina avê ya îsal nebû alîkar ku pembo baş be. Ew jî ji ber budçekirina cotkaran a qûta xwe li ser mewsimên berê û rasthatina ziyanên mezin bû û li rexê jî rewşa hewayê îsal jî ne baş bû ku cotyar çandiniyê di demê de pêk bînin.

Cotyar Elî Hebîb ji şêniyên bajarokê Hêşê yê girêdayî navçeya Eyn Îsa ye raber kir ku sedema neçandina pemboyê ya îsal ji ber bihabûna madeyên çandiniyê wekî tov, semad û cotkirin ku li sûka reş û her wiha bê piştgiriya komîteyên çandiniyê jî bû.

Hebîb bang li Komîteya Çandiniyê ya Eyn Îsayê kir ku tevî kêm piştevaniya cotkaran bi semadê bikin û çavdêriya dermanên çandiniyê bikin da ku bigihîjin mewsimeke baş ku zirarên salên berê dagirin.

Der barê vê mijarê de ajansa me ANHA’yê hevpeyvînek bi rêveberiya Komîteya Çandiniyê ya Eyn Îsayê Memdoh Fenaş re kir û wiha axivî: "A niha lêkolîna piştevaniya cotkarên ku pembo çandine û pişta xwe didin bîran, a mazotê bikin."

Komîteyê tenê ev agahî dan, bêyî ku  tu agahiyên din der barê piştgiriyên cotkaran bi madeyên din de bê kirin ku mewsima îsal bi ser bikeve.

Rûpîvana zeviyên ku îsal hatine çandin 10 hezar donim e. Her wiha di salên borî de rûpîvana çandiniya pembo gihaşt 30 hezar doniman.

(fr)

ANHA