Li bajarê Qayîm ê Iraqê teqîn, kuştî û birîndar hene

Li gorî medyayê Iraqê, li bajarê Qayîm a li nêzî sînorê Sûriyê teqînek bi erbeyeke bombekirî pêk hat. Hat ragihandin ku di êrîş de du kes hatin kuştin û bi kêmanî 3 birîndar bûn.

Li bajarê Qayîm ê Iraqê teqîn, kuştî û birîndar hene
23 gulan, 2019   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Alsumaria li ser zimanê waliyetê bajarê Qayîm a Iraqê Ehmed El-Deylemî ragihand ku di teqîna li parêzgeha Enbarê de qurbanî hene.

El-Deylemî diyar kir ku erebeyeke bombebarkirî li geraca herêma Kerabila ya El-Qayîm hatibû bicihkirin û danê piştî nîvro teqiya.