Li herêmên bê çek di 24 rojan de 209 sivîl hatin kuştin

Ji ber êrîşên hêzên rejîma Sûriyê û Rûsya li herêmên bê çek di 24 rojan de, 209 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li herêmên bê çek di 24 rojan de 209 sivîl hatin kuştin
23 gulan, 2019   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku ji ber topbarana bejahî û esîmanî ya roja Pênşemê 23`ê Gulanê li herêmên bê çek 5 sivîl hatin kuştin. Jinek û mêrek ji ber bombebarana balafirên şer ên rejîmê li ser Kefer Since yê bejahiya başûrê Idlibê, mêrek ji ber bombebarana balafirên şer ên rejîmê li ser bajarokê Hîş ê Idlibê, 2 mêrên din ji ber topbarana hêzên rejîma Sûriyê li ser deverin ji bajarokê Kefernubil, hatin kuştin.

Helîkopteran 45 bermîlên teqemenî li ser bajarok û gundên herêmên bê çek piştî nîvê şevê, berda. 16 bermîl li ser Kefer Nebûda, 14 li ser Hebît, 11 li ser Hereş Qesabiye, 2 bermîl li ser Tirmila û 2 jî li ser Erînbe.

Balafirên rejîmê jî ji saetên vê sibê de 31 carî êrîş kir. 8 caran Kefer Nebûde, 5 caran bajarokê Mereta Herme, 4 caran Hezarîn, Rekaya, Kefer Since, Hîş, Tirmile, Meret Sîn, Cebala, Hereş Meret Naman her yek du caran bombeberan kir. Balafirên Rûsya jî gundê Hezarîn ê bejahiya başûrê Idlibê bombeberan kir. Hêzên rejîma Sûriyê bajarokê Kefernubil ê başûrê Idlibê û herêmin ji Sehil Xab, Cebel Şehşebo û bejahiya bakurê Hemayê bi moşekan êrîş kir.

Ji destpêka şerê li herêmên bê çek ji 30`ê Nîsanê heta îro 23`ê Gulanê 209 sivîl ji wan 39 zarok, 42 jin ku ji aliyê balafirên rejîm û Rûsya her wiha ji ber topbaran û êrîşên bejahî, hatin kuştin.

(bx)