Li Rojava pepûleyên rengîn belav bûne

Ji ber barana pir a vê salê li hemû Rojava pepûleyên renglî belav bûne û bi xwe re bihara Rojava geş dike.

Li Rojava pepûleyên rengîn belav bûne
Li Rojava pepûleyên rengîn belav bûne
Li Rojava pepûleyên rengîn belav bûne
Li Rojava pepûleyên rengîn belav bûne
23 gulan, 2019   09:02
QAMIŞLO-SILAVA ABDULREHMAN-EKREM BEREKAT

Di demên dawîn de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmarek zêde ji cureyên pepûleyan belav bûne.

Sedema vê yekê jî di vê salê de li Bakurê Sûriyê, di her du werzên bihar û zivistanê de baran zêde bariya.

Hêjayî gotinê ku bihara vê salê bi gul, çîçek û pepûleyên xwe ve geş e.

(eh)

ANHA