Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Sûriyê û stratejiya Amerîka li Sûriyê, aloziya di navbera Amerîka-Îranê de û hin mijarên din kirin.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
23 gulan, 2019   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Bi kêmbûna derfetên çareserkirinê, havîneke gurkirî li benda Idlibê ye

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb got: “Piştî agirbesta ya ne îlankirî di navbera her du aliyan de, careke din şer li parêzgeha Idlibê û derdora wê vegeriya. Hin alî dibêjin ku sedema têkçûna vê agirbestê, ew e ku aliyên şer negihiştin hevpeymanekê der barê rêyekê ji  bo bidawîkirina kontrolkirina Heyet Tehrîr El-Şam li herêmê.

Bi gurbûna şer re, hişyariyên rojavayî der barê bikaranîna artêşa Sûriyê ji çekên kîmiyesal, her wiha fikarên rûdana şer di navbera  hêzên hikumetê ku desteka xwe ji Rûsya digirin û Enqera ya ku red dike noqteyên artêşa Tirk lê dimînin vala bike, nexasim bi nêzikbûna topbaranê li ser nêzî cihê wan, ketin rojevê.

El-Qudis El-Erebî: Pentagon: Bikaranîna rejîma Sûriyê ji çekên kîmiyesal re xeta sor e…Oposizyon xwe amade dike ku Kefernebûd vegerîne û êrîşa bakurê Laziqiyê têk bir

Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî behsa rewşa Idlibê kir û got: “Di destpêkirina hemleya rejîmê de, komên oposizyonê êrîşî bajaroka Kefernebûdê kir û piraniya beşên wê kontrol kir, her wiha 3 gund ji eslê 12 bajarokên ku rejîmê ji destpêka hemleya ,leşkerî li ser Idlibê de kontrol kir, vegerandin. Di heman demê de, komên oposizyonê berisva êrîşa rejîmê ya li bakurê Laziqiyê da.

Ji aliyekî din ve jî, rojname li ser zimanê Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê duh ragihand ku komên oposizyona Sûriyê bi awayekî giştî bajaroka Kefernebûda li bejahiya Hemayê xiste bin kontrola xwe.

Şeriq El-Ewset: 10 rêyên  Amerîka li Sûriyê ji bo pêkanîna 3 armancan

Têkildarî stratejiya Amerîka li Sûriyê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “ Rêveberiya serokê Amerîka Donald Trump, di pêkanîna siyaseta li Sûriyê ya ji deh xalan pêk tê ji bo pêkanîna 3 armancan ew jî ; ne vegerandina DAIŞ`ê careke din, derketina li hemberî Îranê û pêkanîna çareseriya siyasnî, dewam dike.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya Şeriq  El-Ewset got:  “Serokê Komîteya Ewlehî ya Neteweyî û Siyaseta Derve ya di Parlemena Îranê de, Hişmet Ellah Felhet Pîşeh, duh got ew texmîn nakin ku Îran bi awayekî yekser bikeve pêşberî DYA`yê yan jî şerê bi wekaletê li dijî DYA`yê pêk bînin.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Ereb got: “Hin raporên Amerîkî dane zanîn ku Fermandarê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ji bo avakirina têkiliyeke xurt bi DYA`yê re, şerîketeke têkiliyên giştî ji bo alîkariya wî erkdar kir.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Wekîlê Sekertêrê Giştî yê NY`yê yê kordîneya alîkariyê li Yemenê Marc Looke, binpêkirinnên ku milîsên Hûsî yên desteka xwe ji Îranê digirin der heqê karê mirovahî de, şermezar kir.”

(kc)