2 beşên nû li kampa Holê hatin zêdekirin

Rêveberiya kampa Holê biryar da ku 2 beşên nû li kampê zêde bike û bi wê re jî piştî hejmara şêniyên kampê gihaşt 73 hezaran, beş bûn 8. Li rexê jî rêxistinên navdewletî di paşguhkirina alîkariya penaberan de berdewam in.

2 beşên nû li kampa Holê hatin zêdekirin
2 beşên nû li kampa Holê hatin zêdekirin
2 beşên nû li kampa Holê hatin zêdekirin
2 beşên nû li kampa Holê hatin zêdekirin
2 beşên nû li kampa Holê hatin zêdekirin
2 beşên nû li kampa Holê hatin zêdekirin
2 beşên nû li kampa Holê hatin zêdekirin
23 gulan, 2019   04:30
HESEKÊ - NISRÎN ELÎ - EHMED MIHEMED

Li kampa Holê ya ku dikeve rojhilatê bajarê Hesekê 73 penaber û koçber ji hemû bajarên Sûriyê û Iraqê û ji wê jî zêdetir malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî, hene.

Kamp li 5 beşan hatiye dabeşkirin. Her wiha ta niha 5 hezar malbat ji ber tunebûna rûpîvana baş li kampê da ku zêdetir penaber bên pêşwazîkirin, hê jî bê kon in.

Bi zêdebûna penaberan re fişar li ser 5 beşan di nava paşguhkirina rêxistinên navdewletî de, bi taybet hin jê jî li kampê hene, çêbû. Bi armanca dabînkirina konan ji hemû penaberan re, rêveberiya kampê bi derfetên kêm însiyatîfa firehkirina kampê kir û 2 beşên dîtir lê zêde kirin.

Beşên nû kanalîzasyon û serşok lê hatin zêdekirin û dê piştre jî kon bên vegirtin.

Di vê çarçoveyê de, ajansa me ANHA’yê hevpeyvînek bi endamê rêveberiya kampa Holê Mihemed Yûsif re çêkir. Yûsif raber kir ku piraniya şêniyên ku li kampê ne, bi sedema tunebûna rûpîvana kampê, bê kon in. 

Yûsif bal kişand ser ku rêveberiya kampê bi xwe kamp fireh kir û 2 beşên nû lê zêde kirin. Her wiha tê payîn ku her beşek nêzî hezar û 400 malbatan hilgire.

Di dawiyê de Yûsif bang li tevahî rêxistinên di kampê de kir ku alîkariyên mirovî ji penaber û koçberên li kampa Holê re pêşkêş bikin. 

Rêveberiya Xweser a Demokratîk kampa Holê di sala 2016’an de piştî hatina penaberan ji Iraqê ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, ava kir.

(fr)

ANHA