Rewşa kampên berxwedanê di meha Remezanê de

Şêniyên kantona Efrînê yên ji ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê neçar mane ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê û sala duyemîn e ku dûrî warên xwe rojiyê digirin. Hêviya wan a tekane vegera Efrînê û derxistina dagirkeriyê ye. Bi çend wêne û dîmenan em ê balê bikişînin ser rewşa şêniyên di kampê de di meha Remezanê de.

22 gulan, 2019   09:23
ŞEHBA-CAFER CAFO

Şêniyên Efrînê di encama dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de bajarê wan, berê xwe da kantona Şehbayê. Ev sala duyemîn e ku şêniyên Efrînê yên misilman di nav kampên berxwedanê yên Şehbayê de rojiya Remezanê digirin.

Dagirkeriya Tirk a ku tevî çeteyên xwe ola îslamê îdia dikin û rêgezên wî qaşo pêk tînin, binpêkirinên xwe yên dermirovî der heqê sivîlên Efrînê de ji kuştin, revandin û koçberkirinê didomînin.

Di nav kampên berxwedanê de şêniyên Efrînê yên misilman li gel şertên jiyanî yên dijwar rojî digirin. Hêviya wan a tekane di vê meha pîroz de vegera Efrînê û derxistina dagirkeran ji warê wan e. Bi van wêne û dîmenan rewşa şêniyan di meha Remezanê de diyar dibe.

 (şx)

ANHA