DYA`yê ji bo S-400’an 2 hefte muhlet da Tirkiyê

Televîzyona MSNBC ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, ragihand ku DYA`yê2 hefte muhlet da Tirkiyê da ku dev ji kirîna moşekên pergala parastina hewayî S-400 ên rûsî berde. 

DYA`yê ji bo S-400’an 2 hefte muhlet da Tirkiyê
22 gulan, 2019   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona MSNBC ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, wiha daxuyand: “Di dawiya hefteya yekemîn a meha Hezîranê de, divê Tirkiye rêkeftina xwe ya bi nirxê milyar dolaran a bi Rûsyayê re der barê kirîna moşekan de betal bike û moşekên Patriot ku li DYA`yê têne çêkirin, bikire. An jî wê Tirkiye 100 balafirên F-35 ku soza wergirtina wan standibû, winda bike û DYA cezayan li ser wê ferz bike. Di heman demê de, dibe ku NATO jî bersivê bide.”

Ji ber biryara Enqereyê ya kirîna moşekên S-400 ên rûsî, alozî di navbera Tirkiye û DYA`yê de zêde dibin.

Di Kanûna 2017`an de, rêkeftina wergirtina  S-400’an li Enqereyê hate mohrkirin û li gorî rêkeftinê dê Tirkiye S-400’an ji Rûsyayê bikire.

(kc)