Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
20 gulan, 2019   08:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Raziye Tûrgût û Serbay Koklu, ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên ku doh serlêdan kirin ji bo sibe daxwaza hevdîtinê kirin.

Parêzer Nevroz Ûysal û Rezan Sarica, piştî 8 salan yekemcar 2'ê Gulanê Ocalan dîtibûn. Ji hingî ve bersiv ji ti serlêdanan re nehatiye dayin.