Çandiniya îsal a Şehbayê bi xêr û bêr e

Li kantona Şehbayê berhevkirina hilbirînên mewsimê havînê dest pê kir. Mewsimê îsal ji ber barana baş û destekdayîna aliyên têkildar bi cotkaran re, bi xêr û bêr e.

Çandiniya îsal a Şehbayê bi xêr û bêr e
Çandiniya îsal a Şehbayê bi xêr û bêr e
Çandiniya îsal a Şehbayê bi xêr û bêr e
Çandiniya îsal a Şehbayê bi xêr û bêr e
Çandiniya îsal a Şehbayê bi xêr û bêr e
Çandiniya îsal a Şehbayê bi xêr û bêr e
Çandiniya îsal a Şehbayê bi xêr û bêr e
Çandiniya îsal a Şehbayê bi xêr û bêr e
Çandiniya îsal a Şehbayê bi xêr û bêr e
20 gulan, 2019   07:13
ŞEHBA-ARIF SILÊMAN-CAFER CAFO

Li kantona Şehbayê rûbera zeviyên hatine çandin 10 hezar hektar e. Piraniya wê genim, ceh, baqil û sebze ne. Piştî ku şêniyên Efrînê di encama dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên de, berê xwe da kantona Şehbayê û çandinî lê geş bû.

Şêniyan dest bi çinîna hilberînên genim bi rûberên 700 hektar, ceh 600 hektar, baqil mîna nîsk û nok 700 hektar kirin. Li gorî Komîteya Çandiniyê di encama barana ku îsal baş bariye de, hilberîn berhemdar e.

Cotkarên kantona Şehbayê teqez kir ku îsal sala xêr û bereketê ye û bang kir ku eger rêgeza xwetêrkirinê ji hilberînan pêk hat, rê bidin wan ku hilberîna zêde derxin derveyî kantonê, ji bo wê jî ji wan re hêsansn pêşkêş bikin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Şehbayê Besêm Osman got, ew hewl didin daxwazên cotkaran bînin cih.

Ji ber dijwarbûna peydakirina pêdiviyên çandiniyê mîna derman, semad û sotemeniyê Komîteya Çandiniyê tevahiya pêdiviyan li gorî derfetên xwe peyda kirin.

Hezar bermîl mazot li cotkarên Şehbayê hate belavkirin

Komîteya Çandiniyê hezar bermîl mazot li cotkarên kantona Şehbayê li gorî rûbera zeviyan belav kir. Komîteyê ji her hektarekê re bermîlek eyar kir. Li gorî endama Komîteya Çandiniyê Îman Hisên bermîla mazot bi buhayê 55 hezar lîreyên Sûriyê didin cotkaran. Nêzî 40 cotkaran sûd ji xebatên komîteyê girtine.

Komîteya Çandiniyê her wiha li navçeyên Fafîn û Ehresê 50 hektar bi nok, nîsk 80 hektar, genim 339 û ceh 520 hektar çandiye û li gundê Herbel 11 hektar bi kartol çandiye.

Komîteya Çandiniyê, li gundê Cobe yê girêdayî kantona Şehbayê dest bi hilberîna mewsimê havînê kiriye. Komîteyê kudirê çek û rûmî, ecûr û hilberînên cur bi cur di nav 10 hektaran de çandin da ku sûdê jê wergirin.

(şx)

ANHA