Şaredariya Reqayê dest bi pêngava zîftkirinê kir

Şaredariya Gel a Reqayê dest bi zîftkirina rêyên sereke û nesereke yên bajêr kir. Pêngavê li ser banga şêniyan û xwediyên erebeyan dest pê kir û dê heta 1`ê Cotmehê berdewam bike.

Şaredariya Reqayê dest bi pêngava zîftkirinê kir
Şaredariya Reqayê dest bi pêngava zîftkirinê kir
Şaredariya Reqayê dest bi pêngava zîftkirinê kir
Şaredariya Reqayê dest bi pêngava zîftkirinê kir
Şaredariya Reqayê dest bi pêngava zîftkirinê kir
Şaredariya Reqayê dest bi pêngava zîftkirinê kir
Şaredariya Reqayê dest bi pêngava zîftkirinê kir
15 gulan, 2019   13:05
REQA

Bi destpêkirina demsala havînê re Şaredariya Gel a Reqayê dest bi zîftkirina rêyên li navçeya Cezrayê kir ku li rojavayê bajêr dikeve.

Tê payîn ku şaredarî piştî rêyên navçeya Cezra bi dawî bike, dest bi rêyên li navenda bajêr û Pira Kevn bike. Mesafeta ku wê were zîftkirin nêzî 50 hezar metrekabik e.

Têkildarî mijarê berpirsê fenî yê şaredariyê Abdullah Caberî wiha got: "Li ser banga şêniyan  û erka ku dikeve ser milê me, me dest bi pêngava zîftkirina rêyên li bajarê Reqayê kiriye û di vê salê de ji ber rewşa bahewayê, em di zîftkirina rêyan de dereng mane. Lê em sozê didin ku hemû rêyên li têketina bajêr ên xirabûyî, dê werin çakkirin."

Di dawiya axaftina xwe de Caberî soz da şêniyên Reqayê ku ew ê di xebata xwe de, heta bi zîftkirina hemû rêyên sereke û nesereke bidomînin.

(eh)

ANHA