Li Minbicê teqîn

Beriya niha bi çend kêliyan li ser rêya Hetabat a başûrê bajarê Minbicê motorsîklêtek teqiya. Hate zanîn ku tu zerar çênebûn.

Li Minbicê teqîn
15 gulan, 2019   07:44
MINBIC

Nûçegihanê me ji bajarê Minbicê ragihand ku beriya niha li ser rêya Hetabat a başûrê Minbicê motorsîklêtek teqiya.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama teqînê de tu zerar çênebûn.

Rayedarên ji bajarê Minbic destnîşan kir ku armanca teqînên bi vî awayî ew e ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 8`ê Gulanê li sûka gelêrî ya başûrê bajarê Minbic motorsîklêtek teqiya û di encama wê de 2 sivîl şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn.

(bx)

ANHA