Li herêmên bêçek, bombeberan û vekişandin

Di roja 14`an a şerê li “herêmên bêçek” de rejîma Sûriyê û balafirên şer ên Rûsyayê careke din herêm bombaran kir. Her wiha çeteyên Tirkiyê ji bejahiya bakur û bakurê rojavayê Hemayê vedikişin.

Li herêmên bêçek, bombeberan û vekişandin
14 gulan, 2019   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li eniyên Hemamiyat, Til Cebîn, derdora Kernaz a bajahiya bakur û bakurê rojavayê Hemayê ji ber vekişandina çeteyên girêdayî Tirkiyê ji herêmên ku lê bi paş de ketin, bêyî ku tu guhertin li ser çerxerêya serweriyê çêbe şer sekinî.

Ji helîkopteran 108 bermîlên teqemeniyê avêtin herêmên bajarokê Hebît, 47 bermîl li eniya Kebanê ya Cebel Ekrad ê bejahiya bakurê Laziqiye, 32 bermîl li Hebît a bejahiya başûr Idlibê, 8 bermîl li eniya Hemamiyat, Til Cibîn, 6 bermîl li Kefer Sicne, Rekaya Sicne, 4 bermîl li Keresa, 4 li Şêx Idrîs, 3 li Til As, 2 bermîl li bajarokê Kefer Zîta, gundê Şehrenaz û Barbo.

Balafirên şer ên rejîmê jî bajarokê Hîş ê bejahiya başûrê Idlibê û Kefer Zîta yê bejahiya bakurê Hemayê bombebaran kirin. Bi vê yekê balafirên şer ên rejîmê 36 caran eniya Kebane ya Cebel Ekrad, bajarokê Hebît ê bejahiya başûrê Idlibê, bajarê Xan Şêxûn, bajarokê Kefer Zîta, Hîş, gundê Sehraya bombebaran kirin, her wiha balafiran herêmên bajarokê Letamne, Kefer Zîta yên bejahiya bakurê Hemayê gulebaran kirin.

Balafirên Rûsyayê jî 12 caran bombebaran kirin, ji wan 4 caran gundê Kerasa û derdora wê, 2 caran derdora Kefer Nibul bombebaran kirin. Balafirên şer ên rejîmê jî 4 caran derdora bajarê Xan Şêxûn, bajarokê Hîş ê bejahiya başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Her wiha hêzên rejîma Sûriyê di roja 14`an de 850 caran deverên ji Kebane ya Cebel Ekrad, bajarokê Hebît ê başûrê Idlibê, bajarokê Letamne, Kefer Zîta, gundê Hewîz, Hesraya, Zekat û deverên din ji Sehil Xab, Cebel Şehşebo, bejahiya başûr û rojavayê Idlibê û bejahiya bakurê Helebê topbaran kirin.

(bx)