Parêzer ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin, serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan.

Parêzer ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bikin, serlêdan kirin
13 gulan, 2019   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi armanca biçim Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdanê de ji bo sibê û roja Înê daxwaza hevdîtinê kirin. 

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzeran 810 caran serlêdan kiribûn, lê piştî 8 caran 2'ê Gulanê destûr ji wan re hatibû dayin ku muwekîlê xwe Ocalan bibînin.