Şêniyên bajarokê Hecînê kiryarên Tirkiyê li  Efrînê şermezar kirin

Şêniyên bajarokê Hecînê û gundên derdorê bi meşekê de kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê, şermezar kir.

Şêniyên bajarokê Hecînê kiryarên Tirkiyê li  Efrînê şermezar kirin
Şêniyên bajarokê Hecînê kiryarên Tirkiyê li  Efrînê şermezar kirin
Şêniyên bajarokê Hecînê kiryarên Tirkiyê li  Efrînê şermezar kirin
Şêniyên bajarokê Hecînê kiryarên Tirkiyê li  Efrînê şermezar kirin
Şêniyên bajarokê Hecînê kiryarên Tirkiyê li  Efrînê şermezar kirin
Şêniyên bajarokê Hecînê kiryarên Tirkiyê li  Efrînê şermezar kirin
13 gulan, 2019   12:16
DÊRAZOR

Şêniyên bajarokê Hecîn ê bejahiya  rojhilatê Dêrazorê li têketina rojava ya bajarokê Hecînê da ku bimeşin, kom bûn. Endamên saziyên sivîl jî beşdar bûn.

Şênî ber bi têketina bajêr a rohilat ve tevî pankartên bi nivîsên" Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hilde...serî hilde", "Na ji dîwarê parçebûnê yê li Efrînê re", "Na ji parçekirina Sûriyê re" û "Na ji dagirkeriya Tirk û destwerdana wê ya hovan e ji welatê me re" herikîn.

Meş li pêşiya Meclisa Hecînê ya naverasta bajarokê veguhirî mitingê. Bi navê Meclisa Gel a bajarokê Hecînê hevserok Selah Selman û bi navê xebatên perwerdeyê ya bajarok endamê rêveber Ehmed Şelebî axaftin hatin kirin.

Axêveran kiryarên dagirkeriya Tirk ên li dijî mafên şêniyên Efrînê şermezar kirin û wiha lê zêde kir: "Erdogan û çeteyên wî ve hewl didin Efrînê ji xaka Sûriyê bibirin û tev li xaka Tirkiyê bikin, lê em vê yekê qet napejirînin."

Piştî axaftin bi dawî bûn, şêniyan meşa xwe li kolanên Hecînê heta têketina bajarok a rojhilat, domand.

Şêniyan meşa xwe bi dirûşmên silavkirnia berxwedana ciwanên Efrînê û hevgirtina gelê Sûriyê bi dawî kir.

(fr)

ANHA