Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin dayîn

Komîteya Amadekar a Pêşbirga Şehîd Gerzan a Wêjeyî bi şahiyekê navên kesên di pêşbirgê de bi serketine ragihand û xelat dan.

Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin dayîn
Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin dayîn
Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin dayîn
Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin dayîn
Xelatên Pêşbirka Şehîd Gerzan hatin dayîn
11 gulan, 2019   20:03
ŞEHBA

Yekitiya Rewşenbîran bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ya Kantona Efrînê (KPC-D) demek beriya niha Pêşbirga Şehîd Gerzan a Wêjeyî (helbest, çîrok, dariştin û gotar de bi zimanên Kurdî û Erebî) ragihandibû.

60 kes tev li pêşbirgê bû bûn.

Li gorî Komîteya Amadekar berhemên beşdaran ji hêla du komîteyan ji endamên Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê ve hatin nirxandin. Komîteya  Kurdî ji Rûken Hesen û Miheydîn Erslan û zimanê Erebî ji Osama Ehmed û Zozan Mihemed pêk hatin.

Yekitiya Rewşenbîran vê êvarê ji bo eşkerekirina kesên di pêşbirkê de bi ser ketine şahiyek kampa Serdemê ya kantona Şehbayê li dar xist. Bi dehan şênî û hezkiriyên warê çandî tev li şahiya bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre sinevizyonek girêdayî pêşbirgê û amadekariyên wê hat pêşendan.

Di şahiyê de endama Yekitiya Rewşenbîran Zozan Mihemed axivî û rola ciwanan di civakê de destnîşan kir û got: "Ciwanên pêşeroj û hêviya civakê, ji ber ku ciwan bi xwe şoreş e. Bi pênûsên xwe fikrên xwe derbirandin. Bi têkoşîna xwe soza rizgarkirina Efrînê didin."

Her wiha hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Efrînê Gulê Cemo axivî û rola ciwanan di xurtkirina çand û wêjeyê de silav kir.

Di şahiyê de Hemûde Ebdo û Ûsama Ehmed helbest vegotin.

Di dawiya şahiyê de navên kesên ku di pêşbirgê de bi serketine hatin ragihandin û xelat hatin dayîn. Kesên ku di beşa helbesta de bi zimanê Kurd bi serketine ev in; Cemîl Xoce, Xelîl Musa û Cemîle Mihemed. Beşa kurteçîrok Lewend Hec Yûsif.

Bi zimanê Erebî beşa kurteçîrok Mîrzan Bekir û Loran Hesen. Beşê dariştin Mîdye Osman.

Girêdayî heman mijarê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran ê Kantona Efrînê Osama Ehmed ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku armanca wan ji pêşbirgê teşwîqkirina çîna ciwanan a ku di warê wêjeyê de serkeftî ye. Ehmed pesna asta wêjeyî ya berhemên beşdaran da.

Ciwanê bi navê Loran Hesen ê ku di beşa kurteçîrokê de bi zimanê Erebî bi serketiye got: "Min xwest bi pênûsa xwe mîna bi sed hezaran efrîniyan li ber xwe bidim. Min çîrokek bi zimanê Erebî bi navê Hesad(hilberîn) nivîsand. Di demên pêş de ez ê bi zimanê dayika xwe Kurdî binivîsim."

(şx)
ANHA