Ciwanên Helebê: Divê CPT erka xwe ya li hemberî tecrîdê pêk bîne

Ciwanên Helebê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bi daxuyaniyekî çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin û gotin, "Kiryarên dewleta Tirk a dagirker îsrara me ya berxwedanê mezin dike."

Ciwanên Helebê: Divê CPT erka xwe ya li hemberî tecrîdê pêk bîne
11 gulan, 2019   17:33
HELEB

Di çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriyia bi çalakgerên grevên birçîbûnê ya li Helebê de, bi dehan endamênTevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin. Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirovaan û CPT hate kirin ku li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwestekê nîşan bibe.
Ciwanan alên tevgerê hilda bûn û bi agirî "Serî Hilde"nivîsandibûn.
Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Evîn Seydo ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin "Berxwedana Kemal, Heqî, Mezlûm û hevreyên wan mişeleyên azadiyê ne, girtîgeh veguherandin berxwedan û vîna leheng, îro bi berxwedana Leyla Guven ku hevalên wê dîrok xwe dûbare dike, dîsa jî girtîgehên Tirkiyê veguherandin sembola berxwedanê. Li ser vê wekî ciwan bi îsrar û îradeya ciwanan dê Rêbertî azad bibe û tecrîd bişkê.
Wekî ciwanên Helebê em piştgiriya xwe bi pêngava têkoşer Leyla Guven ku dikeve meha xwe ya 6‘an de didomînin, em dengê xwe didin dengê dayikên şehîdan ên ji bo şikandina tecrîdê kezeba xwe dan.
Kiryarên desthilatdariya Tirkiyê li dijî çalakgerên grevên birçîbûnê îsrara me ya têkoşînê heta misogerkirina azadiya Rêbertiyê me Abdullah Ocalan mezin dike. Em ê li hemberî komkujî û gefên Tirkiyê li dijî gelên bindest bêdeng nemînin.
Her wiha em bang li rêxistinên hiqûqî p CPT dikin ku li hemberî binpêkirinên Tirkiyê û tecrîda li ser Rêberê Netewî Abdullah Ocalan bêdeng nemîne. Wekî ciwan em ê mil bi mil tê bikoşin heta serkeftinê pêk bînin û tecrîda li ser Rêbertî bi dawî bikin."
Pişt xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakgerên grevên birçîbûnê hatin berzkirin.
ANHA