Meclisa kantona Girê Spî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir

Meclisa kantona Girê Spî tecrîda hikumeta Tirkiyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye û dagirkirina Efrînê, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Meclisa kantona Girê Spî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir
11 gulan, 2019   12:05
GIRÊ SPÎ

Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid ve li pêşiya navenda meclisê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di domana dîrokê de û ji destpêka dîtina mirovahiyê, rêgeza wekhevî û edaletê hebû, mirovan li kêleka birayê xwe bi azadî û rûmet dijiyan. Lê çavbirçîbûn û rêya ber bi berjewendiyên aborî û paşguhkirina erka rastiya însanan ve bir û pê li adet û exlaqên me kirin, em li jiyana hevbeş di nava hemû gelan û olan de dinêrin li ser rêgeza ola xwedê û welatê ji hemûyan re.

Dûrxistina ramanvanê  neteweya demokratîk li Îmraliyê karekî ne li gorî zagonan e, armanca wê qutkirina dengê rastiyê û biratiya gelan e. Ev tecrîd li ser hemû gelên hezkiriyên aştiyê ye.

Li vir em ji NY`yê, civaka navneteweyî, saziyên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan dixwazin ku tecrîdê li ser ramanvanê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan rakin, her wiha em piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê dikin ku wan ji bo rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş jiyana xwe didin.

Tiştê ku dewleta Tirk di dagirkirina Efrînê de pêk anî, ji bo koçberkirin û talankirina malên sivîlan û guhertina demografîk e. Ev sûcekî navneteweyî ye û sûcê der heqê mirovahiyê ye, Armanca wê di avakirina dîwar de li xaka Sûriyê ku Efrînê tev li lîwa Îskenderon bike, ev binpêkirin e der heqê serdestiya dewleta Sûriyê de.

Em bangên xwe ji civaka navneteweyî re dubare dikin, bila tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan rakin û dagirkeriya Tirkiyê li xaka Sûriyê re bi dawî bike û piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê bike."

(jo)

ANHA