Ciwanên Tebqayê li ser berdewama berxwedanê teqez dikin

Ciwanên Tebqayê diyar kir ku ew dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê re û kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê red dikin. Her wiha tekez kir ku têkoşîna xwe heta derxistina Tirkiyê ji tevahî xakên ku dagir kirine, dê berdewam bikin.

Ciwanên Tebqayê li ser berdewama berxwedanê teqez dikin
Ciwanên Tebqayê li ser berdewama berxwedanê teqez dikin
Ciwanên Tebqayê li ser berdewama berxwedanê teqez dikin
Ciwanên Tebqayê li ser berdewama berxwedanê teqez dikin
11 gulan, 2019   08:29
TEBQA

Çalakiya Meclisa Ciwanên Tebqa û Yekitiya Jinên Ciwan li herêma Tebqayê di roja 8`emîn de didome. Konê çalakiyê li pêşiya navenda ciwanan bi armanca şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û helwldanên wê yên parçekirina Efrînê ji xaka Sûriyê, hatiye vedan.

Di bin konê çalakiyê de hevseroka Meclisa Ciwanên Tebqayê Rehma Hecî ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Rehma tekez kir ku ew ê li hember faşîzma Tirkiyê ku dixwaze welatê wan parçe bike û sûcên li dijî sivîlan pêk tîne, çalakiya xwe berdewam bikin.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê ku dagir kiriye sûcên dermirovî ji kuştin, îşkencekirin û diziyê pêk tîne. Her wiha siyaseta tirkkirinê û guhertina demografiya herêmê didomîne.

Li Efrînê jî dewleta Tirk a dagirker beriya çend hefteyan dîwarê parçekirinê lê dike da ku Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Xedîce Şaîb hewldanên dewleta Tirk ku Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike, şermezar kir û teqez kir ku ew ê çalakî û xwepêşandanên xwe heta derxistina dewleta Tirk ji tevahî xakên ku dagir kirine, berdewam bikin.

Her wiha ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Letîfa Elî bêdengiya navdewletî der bare kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê, şermezar kir. Letîfa destnîşan kir ku çalakiya wan di roja 8`emîn de didome û ne roja destpêkê û ne jî ya dawî ye.

Endamê Meclisa Ciwanên Tebqayê Ehmed Şêwax jî wiha axivî: "Ev roja 8`emîn e ku em çalakiya xwe dewam dikin. Em dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re red dikin û em tu carî qebûl nakin ku senaryoya Lîwa Iskenderon careke din dubare bibe."

Ehmed Şêwaz teqez kir ku divê li dijî dewleta Tirk a dagirker berxwedan were kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê lêkirina dîwarê parçekinê were sekinandin."

(bx)

ANHA