Piştî zehmetiyê.. jiyan bi Reyana zarok re dikene

Êdî zaroka astengdar Reyan Izo dikare biçe dibistanê, piştî ku Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê kursiyeke astengdariyê jêre peyda kir.

Piştî zehmetiyê.. jiyan bi Reyana zarok re dikene
9 gulan, 2019   12:33
KOBANÊ

Reyan zarokeke 10 salî ye, ji gundê Elbocak yê başûrê navçeya Sirînê ya girêdayî kantona Kobanê ye. Reyan ji zikmakî de atengdar hatiye dinê, destên wê tune ne û nikare li ser lingên xwe bimeşe.

Reyana zarokeke jîr e, dixwaze weke her zarokekî bijî, lewma ew ji bo xwerin û vexwarinê, her wiha ji bo nivîsê jî lingên xwe bikar tine.

Ta beriya du rojan jî Reyan nedikarî biçe dibistanê û mîna zarokan bixwîne, ji ber ku ew nikare bimeşe, her wiha nikare li ser maseya dibistanê jî rûne û nikare kursiyên astengdaran bikar bîne.

Piştî ku Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê ji rewşa Reyanê agahdr bû, kursiyeke astengdariyê jê ra peyda kir û ji nûva li gorî rewşa wê ya astengdariyê guhert.

Duh şandeyake desteyê serdana dibistanê kir û kursiya ku li gorî rewşa Reyanê hatiye çêkirin danê.

Reyana ku ta beriya du rojan çavên wê li rêya dibistanê bû, niha bi wê kursiyê dikare biçe dibistanê û fêr bibe, lewma ew niha kêfxweş e.

Hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê Ebdullrezaq Mihemed diyar kir ku ew hewl didin ku li zarokên mîna Reyanê xwedî derkevin û alîkariya wan bikin.

Reyan li ser kursiya xwe ji dibistanê vegeriya malê, lê ji ber kort û keviran di rê de astengiyan dikşîne, rê bi qasî 500 metran dirêj e û gelek kort lê hene, eger neyên sererastkirin dê Reyan dîsa nikaribe here dibistanê.

(jo)

ANHA