Şer berfireh dibe… li Idliê û Hemayê topbaran

Êrîşên balafirên şer ên Rûsyayê û topên artêşa Sûriyê li ser navendên Heyet Tehrîr El-Şam li bejahiya Hema û Idlibê zêde dibin. Di encama bombebaranên dawîn de gelek sivîl hatin kuştin.

Şer berfireh dibe… li Idliê û Hemayê topbaran
8 gulan, 2019   09:56
HELEB

Roj bi roj şerê li ser sînorê nuqteyên çavdêriyê li “herêmên bêçek” li bejahiya Idlib û Hemayê zêde dibe. Şêniyên bajarokên bejahiya başûrê Idlibê ber bi herêmên bakur, Efrîn û Ezazê ve ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, koçber dibin.

Li Idlibê balafirên şer ên rejîma Sûriye û Rûsyayê şevê din bajarê Xan Şêxûn, derdora gundê Tirmila, derdora gundê Rekaya, Şêx Mustefa, Geliyê Elî, rojavayê Kefer Nibul ê bajarokê Mereta Herme, Tehtaya ya başûrê Idlibê û gundê Ras Eyn ê rojhilatê Idlibê bombebaran kirin.

Çavkaniyan ji ANHA`yê re diyar kir ku di encama bombebaranê de herî kêm 5 sivîl, ji wan 2 jin û zarokek hatin kuştin.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê navendên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet Nusra ya berê) li bajarokê Kefer Nebûde, Qesabiye yê bejahiya bakurê Hemayê, herêma Hewîce ya Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, derdora bajarokê Letamne û Kefer Zîta ya bakurê Hemayê bombebaran kirin û di encama wê de hejmareke ji sivîlan hatin kuştin.

Çavkanî destnîşan kir ku hêzên rejîma Sûriyê li Siqîliye, Misiyaf û Miherde yên Hemayê bi qasî 2 km bi pêş de çûne.

Komên çete jî bersiva hêzên rejîma Sûriyê li bajarê Ceblê ya li ser berava Sûriyê, da. Çavkanî tekez kir ku hêzên asîmanî yên rejîma Sûriyê bersiva topbaranê da û di encama wê de tenê zirarên madî çêbûn.

Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê li Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku moşekên Pantsir-S1 û M1 bersiva hemû êrîş û moşekan da ku ji aliyê komên çete ve li ser baregeha Himêmîm li Sûriyê hatin avêtin.

Li gorî çavdêran, li Kefer Nibul ku fermandariya Artêşa Wetenî li herêmên Dirî Firat û Şaxê Zeytûnê li bakur û rojavayê Helebê ji hemû ketîbeyên leşkerî xwest ku heger artêşa Sûriyê tu gavan ber bi Idlib û bejahiya Hemayê ve biavêje, xwe ji bo şer amade bikin.

(bx)

ANHA