Ji bo avakirina dîwarê parçekirinê, artêşa Tirk mal û dîroka Efrînê dirûxîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêdetirî 30 malên li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê rûxandin. Ji wê jî zêdetir mala mêvanan ku temenê wê 100 sal e, jî rûxand. Şêniyên ku malên wan hatin rûxandin, ji berpirsyarên civaka navdewletî û rejîma Sûriyê xwest ku li hember van binpêkirinan bê deng nemînin.

Ji bo avakirina dîwarê parçekirinê, artêşa Tirk mal û dîroka Efrînê dirûxîne
Ji bo avakirina dîwarê parçekirinê, artêşa Tirk mal û dîroka Efrînê dirûxîne
Ji bo avakirina dîwarê parçekirinê, artêşa Tirk mal û dîroka Efrînê dirûxîne
8 gulan, 2019   09:28
EFRÎN – CAFER CAFO

Hovîtî û kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ev zêdetirî salekê ye piştî dagirkirina Efrînê li dijî sivîl, mal û milkên wan didome.

Artêşa Tirk a dagirker di meha derbasûbyî de piştî kolandina xendeqan dest bi lêkirina dîwarê parêçekirina Efrînê ji xaka Sûriyê ji derdora gundên Kîmar, Miryemîn û Cilbirê yê navçeya Şêrawa bi dirêjahiya 2 km’yan kir.

Beriya avakirina dîwar, artêşa Tirk a dagirker malên welatiyên bi navên Îbrahîm Ebdo, Mihemed Hesen, Ebdo Îsa, Hesen Ebdo, Hisên Mecîd, Ezîz Mecîd, Arif Salih, Merwan Fanî, Cemal Ehmed, Fewzî Îsa, Mihemed Îsa, Elî Saîd her wiha 2 hewzên avê rûxandin, gorên gundê Cilbirê vekirin û saziya çandiniyê û dibistana gund jî rûxandin.

Piştî ku nêzî 2 km ji dîwar hat lêkirin, artêşa Tirk a dagirker careke din dest bi rûxandina malên sivîlên bi navên Zekî Hemîd, Talet Mehmûd, Kemal Şewket, Îbrahîm Îsa, Nîzar Îsa, Celal Şewket, Edanan Şewket, Bedran Îsa, Mihemed Îso, Ehmed Murad, Cemîl Mûsa, Saîd Fûad Xebarî, Qasim Rifet, Fûad Raxib, Cahîd Rûbarî û Saîd Elo kir.

Careke din destdirêjî û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li dijî deverên dîrokî û pîroz ên şêniyên Efrînê didomin.  Mala Mêvanan a dîrokî ku dema fransî li Sûriyê bûn, hate avakirin û dîroka wê 100 sal e, ji berê de cihê lihevanînê di nava şêniyên gund de bû. Lê Tirkiyê bi temamî ew rûxand da ku dîwar ava bike.

Di vê çarçoveyê de şêniyê bi navê Ebdo Mûse yê ku mala wî hatiye rûxandin, ji ajansa me ANHA’yê re wiha got: "Tirkên dijmin penaberkirin û koçberkirina me tenê bes nedît. Heta îro jî dest bi malên me yên ku bi salan me ji bo avakirina wan ked daye, wêran dike."

Mûse tekez kir ku şêniyên ku li Efrîna dagirkirî hatine dorpêçkirin û berxwedêrên li Şêrawa û Şehbayê bi hebûna Tirkiyê û binpêkirinên wê yên li dijî mafên sivîlên li herêmê napejirînin. Her wiha jî roj li pey rojê armancên Tirkiyê yên dagirkirina Efrînê ji bo xêr û bêrên wê diyar dibin.

Ebdo bal kişand ser ku Tirkiye bi van binpêkirinan dixwaze xaka Sûriyê parçe bike û Efrînê tev li xaka xwe bike. Ebdo wiha got: "Ev kiryar bi carekê nayên pejirandin û divê civaka navdewletî û rejîma Sûriyê destwerdanê bikin, dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê derxin û şêniyên Efrînê vegerînin warên xwe."

Şêniyên Efrînê yên li Şêrawa û Şehbayê bi berxwedan û israrkirina xwe li Şehbayê li hember mayîna Tirkiyê li Efrînê disekinin. Ji destpêka lêkirina dîwar ve serî li kolanan hildidin û dîwarê parçekirina xaka Sûriyê red û şermezar dikin. Biryara wan rizgarkirina Efrînê û derxistina dagirkeriya Tirk ji Efrînê ye.

(fr)

ANHA