‘Komxebata Êlên Sûriyê serkeftina herî mezin e’

Rûspiyê êla El-Cewale û rûspiyê êla Fexiz El-Cudan a qebîleya Şemer tev li Komxebata Êlên Sûriyê bibûn diyar kirin ku komxebat ji herêmê re serkeftina herî mezin e, ji ber ku tevahiya çînên Sûriyê lê kom bûn, yekrêziya refa Kurd û Ereb, biratiya gelan û sekinandina li rex QSD`ê diyar kir.

‘Komxebata Êlên Sûriyê serkeftina herî mezin e’
8 gulan, 2019   05:58
QAMIŞLO-ŞIHAB El-EHMED

Rûspiyê êla El-Cewale Ebdulezîz El-Ayiş anî ziman ku DAIŞ`ê xeteriya herî mezin li ser herêmê bû û bû sedema paşketina nifşan û koçberkirina gelê herêmê.

El-Ayiş diyar kir ku bi saya QSD`ê DAIŞ`ê tune bû û li ser rola rûspiyan a di destekayîna bi QSD‘ê re ev nirxandin kir: "Wekî rûspiyên herêmê me di komkirina ciwanan li derdora Hêzên Sûriyeya Demokratîk de û şerê li dijî DAIŞ‘ê û rizgarkirina herêmê ji zulma wê de rolek baş lîst. Em ê jî niha li rex QSD`ê li dijî her êrîşekê disekinin."

Girêdayî Komxebata Êlan a ku di 3`yê Gulanê de li Eyn Îsayê li dar ketiye, El-Ayiş got: "Komxebat yekrêziya refa Kurd û Ereb ava kir, biratiya gelan û terikkirina hişmendiya taifî û cudakirinê îsbat kir. Her wiha mijarên dagirkirina Tirkiyê herêmên Sûriyê û sekinandina li rex QSD`ê li dijî dagirkeriyê hatin nîqaşkirin."

Ji aliyê xwe ve rûspiyê êla Fexiz El-Cudan a qebîleya Şemer û nûnerê gundê Rebîa yê gundewarê başûrê Til Hemîsê Hemad Misaid destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi navê Islamê şênî xepandin û hişmendiya xwe di çîna ciwanan de çand."

Hemad Misaid ev tişt diyar kir: "Her tundrewiyek ji hêla gel ve nayê pejirandin, ji ber ku zirar dide mirovahiyê. Çi tundrewiyek islamî yan jî neteweyî yan jî mezhebî be. Lê ola Islamê ola hezkirin û bêhnfirehiyê ji tevahiya mirovahiyê re ye. Ev fikr mîna derbeyek ji islamê re ye, lîstokek navdewletî û istixbaratî ye û ajandeyên wê yên derve piştgiriya wê dikin."

Misaid  destnîşan kir ku QSD`ê hêza tekane ye ku DAIŞ`ê ji hêla leşkerî ve tune kir û wiha domand: " Ev hêz bi gel re ya herî dirust e. Em spasdarên fedekariyên  tevahiya çînên gelê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan in."

Têkildarî Komxebata Êlên Sûriyê Hemad Misaid destnîşan kir ku komxebat ji herêmê re serkeftina herî mezin e û tevahiya çînên Sûriyê de te beşdar bûn û ev tişt anî ziman:  "Li navçeya Eyn Îsa navçeya  şêx Ibin Mihîd( Hakim bin Fadil bin Salih bin Xesam bin Mihîd Şêx Fedan ji qebîleya Enza serokeşîrê Sûrî. Li parêzgeha Reqayê ji dayîk bûye) dîrok xwe dûbare dike. Em Al Mihîd malbata kevnar a Enza û tevahiya êlên ku tev li Komxebatê bûne silav dikin. Diviyabûn ji beriya 50 salî ve mîna vê komxebatê li darketibûya."

(şx)

ANHA