Şêniyên Helebê: Divê rê li ber parçekirina Sûriyê bê girtin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd destnîşan kirin ku dagirkeriya Tirk berê îdîa kir ku ew ji bo parastina sînorên xwe dîwarê lê dike, lê îro bi armanca qutkirina Efrînê ji Sûriyê dîwarê lêdike. Şêniyan bang li dewletên derve kirin ku destwerdan bikin û rê li ber parçekirina Sûriyê bigirin.

Şêniyên Helebê: Divê rê li ber parçekirina Sûriyê bê girtin
8 gulan, 2019   06:08
HELEB-TOLÎN HESEN

Bi armanca parçekirinnê, dagirkeriya Tirk lêkirina dîwarê li dora Efrînê berdewam dike. Heya niha li gel bêdengiya rejîma Sûriyê û civaka navdewletî zêdetirî hezar metrî dîwar lêkiriye.

Girêdayî mijarê şêniya bi navê Roşîn Murad ji ajansa me re axivî û got: "Em kiryarên Tirkiyê yên bi armanca parçekirina Sûriyê red dikin, Sûriyê yek xak e û nayê parçekirin."Ji aliyê xwe ve jina bi navê Nesrîn Hiso got: "Em dîwara parçebûnê ku Tirkiyê li dora Efrînê lêdike şermezar dikin. Tirkiyê bi armanca qutkirina Efrînê dîwarê lêdike. Ev jî li gel me bi tundî nayê pejirandin. Tirkiyê van planên xwe ji berê ve bi kar tîne da ku xaka dewletên din dagir bike."

Nesrîn diyar kir ku Efrîn xaka Sûriyê ye û nahêlin dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê bidomin û got, rêgirtina li pêşiya parçebûnê erka hemûyan e.

 ‘Efrîn nayê parçekirin, divê hemû ji bêdengiya xwe derkevin’

Şêniyê bi navê Ehmed El-Abdullah ê ji pêkhateya Ereb lêkirina Tirkiyê dîwarê şermezar kir û got: "Wek Ereb, Kurd û Turkman em ji dagirkeriya Tirk re dibêjin Efrîn beşek nayê parçekirin ji xaka Sûriyê ye. Berê Tirkiyê digot ji bo parastina sînorên xwe dê dîwarê lêbike, lê îro em dibînin bi lêkirina dîwar Efrînê ji Sûriyê qut dike û tev li erdnîgariya xwe dike."

El-Abdullah wiha domand: "Efrîn xaka me ye. Ji vir ji bajarê Helebê em binpêkirinên Tirkiyê şermezar dikin. Divê rêxistinên mirovî û dewletên derve destwerdan bikin, ji bêdengiya xwe derkevin û nehêlin ku Sûriyê parçe bibe."

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed banga yekrêziya refa Sûrî kir da ku nehêlin Tirkiyê dîwarê parçebûnê wer ava bike. Her wiha diyar kir ku çiqas dem derbas bibe ew dest ji Efrînê bernadin û wiha got: "Derketina me ji Efrînê nayê wateya şikandinê, lê belê em ê vegerin."

Di dawiyê de şêniya bi navê Zelûx Mihemed got: "Ji mafê me ye ku em nehêlin Tirkiyê xaka me dagir bike. Em dîwara parçebûnê qebûl nakin, ji ber ku dê bibe sedema koçberkirina gel û dê herêm ber bi wêraniyê û binpêkirinan ve bibe. Efrîn a Sûriyê ye."

(şx)

ANHA