Şêniyên Girkê Legê bi meşekê bersiva dagirkeriya Tirk û dîwarê parçekirinê da

Bi sedan şêniyên Girkê Legê ji bo şermezarkirina dîwarê parçekirinê ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê ava kiriye, meşiyan.

Şêniyên Girkê Legê bi meşekê bersiva dagirkeriya Tirk û dîwarê parçekirinê da
Şêniyên Girkê Legê bi meşekê bersiva dagirkeriya Tirk û dîwarê parçekirinê da
Şêniyên Girkê Legê bi meşekê bersiva dagirkeriya Tirk û dîwarê parçekirinê da
7 gulan, 2019   12:50
QAMIŞLO

Îro li Qada Şehîd Xebat bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê kom bûn û li dijî kiryarên dewleta dagirker a Tirk û avakirina dîwarê parçekirinê ku li Efrînê ava kiriye, meşiyan.

Beşdaran pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkirina Tirkiyê ji Efrînê re", "Dagirkeriya Tirk, dagirkeriya wêrankirin û diziyê ye", wêne û al hildan.

Meş ji Qada Şehîd Xebat Dêrik ber bi kolana sereke ya Girkê Legê ve bi dirûşmên "Na ji dagirkeriya Tirk a li dijî Efrînê”, “Bijî berxwedana Efrînê” û “Em bi te re ne Efrîn heya mirinê" dest pê kir.

Li naverasta bajêr meş veguherî mitîngê. Piştre hevserokê Meclisa Herêma Dêrikê Abdulrehîm Mihemed wiha axivî: "Armanc ji dîwarê parçekirinê ew e ku parçekirina Efrînê ji Sûriyê ye. Li rexê jî dagirkeriya Tirk di kiryarên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê û ferzkirina guhartina demografîk de berdewam e."

Mihemed wiha lê zêde kir: "Em li ser rêça neteweya demokratîk, metoda felsefeya Ocalan heta dawiyê dimeşin.”

Di dawiyê de Abdulrehîm Mihemed tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û grevên birçîbûnê silav kir û banga giştî kir ku li dijî kiryarên dewleta dagirkeriya Tirk têkoşînê bilind bikin.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina dîwarê parçekirinê bi dawî bû.

(fr)

ANHA