Di roja 2’yemîn a Remezanê de... qerebalixa sûkan û hevnegirtina bihayan

Di roja 2’yemîn a meha Remezanê ya pîroz de, sûkên bajarê Reqayê rastî qerebalixeke mezin ne wekî salên borî tê. Her wiha tê de hemû tiştên bên kirîn û daneyên xwarinê hene. Lê şênî ji ber hevnegirtina bihayên firoşkaran, gilî dikin.

Di roja 2’yemîn a Remezanê de... qerebalixa sûkan û hevnegirtina bihayan
Di roja 2’yemîn a Remezanê de... qerebalixa sûkan û hevnegirtina bihayan
Di roja 2’yemîn a Remezanê de... qerebalixa sûkan û hevnegirtina bihayan
Di roja 2’yemîn a Remezanê de... qerebalixa sûkan û hevnegirtina bihayan
Di roja 2’yemîn a Remezanê de... qerebalixa sûkan û hevnegirtina bihayan
Di roja 2’yemîn a Remezanê de... qerebalixa sûkan û hevnegirtina bihayan
Di roja 2’yemîn a Remezanê de... qerebalixa sûkan û hevnegirtina bihayan
7 gulan, 2019   12:41
REQA

Gelê Reqayê ev 2 sal e piştî ku bajarê wan ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, rojiya Remezanê pêşwazî dikin. Her wiha sûkên bajêr bi hatina meha pîroz re û bi hevrûkirina bi sala borî rastî qerebalixeke mezin tê. Li rexê jî şênî ji hevnegirtina bihayan li gel xwediyên bazaran, gilî dikin.

Li ser bihaya sebzeyan, ajansa me ANHA’yê bi Ehmed Salih yek ji xwediyên dikanên bazariyê ye hevpeyvîn kir ku destpêkê hatina meha pîroz li tevahî misilman pîroz kir. Ehmed diyar kir ku ew wek firoşkarekî ye ku sebzeyan difiroşe û bal kişand ser bihayên hin sebzeyan, wekî xiyar bi 250, firîngî bi 450 û bexdenûs bi 50 lîreyan Sûriyê ye.

Şêniyê bi navê Ehmed Casim jî bal kişand ser hevnegirtina bihayan di hemû dikanên bazariyê de yên li Reqayê û wiha lê zêde kir: "Di vê salê de li hember salên borî em êşa bihabûnê bi awayekî mezin dikişînin."

Ji aliyê xwe ve Casim daxwaz ji Beşa Temwînê ya Şaredariya Gel a bajarê Reqayê kir ku divê bihaya sebzeyan bê yekkirin ku barekî mezin e li ser şêniyan ku nikarin bikirin, çêdike.

(fr)

ANHA